Diyariya herî mezin ji bo dayikan hembêzkirina zarokên wan e

  • 09:02 12 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Qîmet Şoreşoglu, Necîme Yaşar û Fatma Surme bi minasebeta Roja Dayikan daxwazên xwe anîn ziman û wiha gotin: “Ev roj bi hevrebûna zarok û dayikan watedar e.”
 
Bi minasebeta Roja Dayikan Qîmet Şoreşoglu, Necîme Yaşar û Fatma Surme hest û ramanên xwe anîn ziman. Dayik îsal Roja Dayikan di nav berxwedanê de pêşwazî dikin. Ji bo dayikan diyariya herî mezin hembêzkirina zarokên van ne. Her wiha dayikên ku nêrînên xwe anîn ziman diyar kirin ku di van şert û mercan de wateya Roja Dayikan nîne. 
 
‘Roja Dayikan dê bi azadiya zarokên me watedar be’
 
Fatma Surme ya ku 2 kurên wê li girtîgehê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne û rewşa wan hatiye asta krîtîk wiha got: “Kurê min di 5’ê çileyê de ketiye çalakiyê û rewşa wî di xeter de ye. Ez bi zarokên xwe ser bilindim.”  Fatmayê di axaftina xwe de bal kişand Roja Dayikan û diyar kir ku dema zarokên wan  kefenê mirinê li xwe bikin  ew roj ji bo wan bê wate dibe û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Em tenê li rewşa zarokên xwe difikirin. Rojên taybet dê bi azadbûna wan bi wate bibe. Dema zarokên me kefenê mirinê li xwe kiribin, em ê çawa bikaribin rihet rûnên. Em dayik in û naxwazin xwîn birije. Em dayik ji bo zarokên me bijîn û her wiha ji bo welatekî azad û aştiyane dadikevin qadan. Serokkomar ji bo dayikan dibêje ‘bihuşt di bin piyê dayikan de ye’ ev tişt tenê di gotinê de dimînê. Divê her kes li hember vê yekê rabe xwedî li van qehremanan derkevin.”
 
‘Ez hêzê ji kurê xwe digirim’ 
 
Necîme Yaşar destnîşan kir ku Roja Dayikan di nav xemginiyê de pêşwazî dikin û wiha axivî: “Kurê min Selehedîn  li Girtîgeha Dîlokê ye û hevjînê min jî li Girtîgeha Trabzonê ye. Kurê min û hevjînê min li sirgûnê ne. Ji ber ku derfetên min yên aborî nînin ez nikarim biçim hevdîtinê. Kurê min jî ji ber ku ez xeman dikim nahele ez biçin wî bibînim. Seleheddînê min di 5’ê çileyê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Kurê min hêzê dide min.” 
 
‘Diyariya herî mezin hembêzkirina zarokên me ye’
 
Necîmeyê diyar kir ku çalakger her roj dilop bi dilop dihelin û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Em dayikên kezab şewatin. Zarokên me her roj dilop bi dilop dihelin. Em nikarin bêdeng bimînin. Em mafê xwe dixwazin. Tê xuyakirin ku  dewlet çiqas  qedrê dayikan digire, dayik li erdê tên kaşkirin û tên derpkirin. Gelo dê çawa vê rojê pîroz bikin. Min 3 zarokên xwe windakirin, lê ev êş ji bo min bêtir giran e. Em bi qasî 40 milyon mirovin û li ser me lîstikên qirêj tên meşandin. Ji bo berjewendiyên xwe dikarin Kurdan tev qir bikin. Li hemberî qêrîna me her kes ker û lal bûye. Ji bo me diyariya herî mezin hembêzkirina zarokên me ye.”
 
‘Ez her roj li zarokê xwe difikirim’
 
Kurê Qîmet Şoreşoglu Mehmet Şoreşoglu beriya 4 salan li Amedê hat binçavkirin û piştî dû mehan sirgunê Girtîgeha Boluyê hat kirin. Mehmet jî yek ji çalakvanên di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Qîmet, di axaftina xwe de destnîşan kir ku Roja Dayikan ji bo wê bêwate ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her roj ez li zarokên xwe difikirim. Tenê ez dixwazim zarokên xwe hembez bikim."