Serlêdana malbata Abdullah Ocalan hat redkirin

  • 15:40 11 Gulan 2019
  • Rojane
STENBOL - Malbata Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serlêdan hat redkirin. 
 
Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dînç ji bo biçin Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serlêdan hat redkirin.
 
Malbatên girtî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî bi hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serlêdana malbatan Hamîlî, Omer û Veysel hat redkirin. 
 
Herî dawî Mehmet Ocalan di 12’ê çile de li gel Ocalan hevdîtinek pêk anîbû.