Xizmên Windayan: Roja Dayikan roja ku dawî li bêhiqûqiyê û neheqiyê were ye
- 15:03 11 Gulan 2019
- Rojane
AMED / ÊLIH - Xizmên Windayan li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan pirsîn û gotin ji bo wan Roja Dayikan roja ku dawî li bêhiqûqiyê û neheqiyê were ye.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 535’emîn de li avahiya Şaxa ÎHD’a Amedê çalakiya “Bila Winda Bên Dîtin û Kujer Bên Darizandin” li dar xist û li aqûbeta windayan pirs kirin. Nûner^ne partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî çalakiyê bûn.
Rêveberên ÎHD’ê bi boneya Roja Dayikan qurnefil dan jinên beşdarî çalakiyê bûn.
Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytun di çalakiyê de axivî û got: “Çawa ku malbatên windayan li korîdorên edliyeyan têdikoşin, îro jî bi heman rengî malbatên girtiyan ji bo zarokên xwe bidin jiyankirin, hiqûqê bi bîra rayedaran bixin û qanûn pêk werin li qadan û li ber derê hepsan dengê xwe radigihînin. Dayik tenê ne ji bo zarokên xwe di heman wextê de ji bo aştiya civakî jî têdikoşin. Lê mixabin bi tundî û êrîşa polîsan bersiva daxwaza dayikan didin. Ev nayê qebûlkirin.”
Sekretera Şaxa ÎHD’ê Yuksel Acer Aslan jî bi bîr xist ku sibê Roja Dayikan e û got: “Dayik ji ber zarokên xwe winda û ji ber zarokên wan li hepsan dihelin û ber bi mirinê ve diçin bi xemgînî vê rojê pêşwazî dikin û dê vê rojê pîroz nekin.”
Rêvebera ÎHD’ê Gurbet Yavuz jî çîroka Bedrî Berek ê di 10’ê Gulana 1993’an de li Cizîra Şirnexê di binçavan de hat windakirin xwend û got ji wê rojê vir ve tu agahî ji Berek nehatiye girtin.
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Êlih
Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û Xizmên Windayan jî di hefteya 441’emîn de li avahiya Şaxa ÎHD’ê li hev kom bûn û çalakiya “Bila Winda Bên Dîtin û Kujer Bên Darizandin” li dar xistin. Gellek kes beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Rêveberê ÎHD’ê Mehmet Zekî Tanguner di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ji bo welat bigîhîje demokrasiyek rastî divê ewilî aqûbeta windayan bê eşkerekirin û kujer bên darizandin.
Tanguner serhêpahtiya windabûna Ahmet Tekîn ê di gulana 1994’an de dema ji Amedê diçû navçeya Licê, cendirmeyan ew binçav kir û carek din agahî jê nehat girtin vegot.
Piştî axaftinê 5 deqîqe çalkiya rûniştinê li dar xistin.