Li Sêrtê kolan û qad ji çalakiyan re hat qedexekirin
- 12:35 11 Gulan 2019
- Rojane
SÊRT - Li ser daxwaza Midûriyeta Ewlehiya Sêrtê kolan û qad ji çalakiyan re hat qedekirin.
Walîtiya Sêrtê ji bo sererastkirina çalakî û şahiyên li tevahiya bajêr pêk werin biryarek girt. Li ser daxwaza Midûriyeta Ewlehiya Sêrtê 15 rojan kolan û qad ji çalakiyan re hat qedexekirin. Qedexeyê ji 9’ê gulanê dest pê kir û dê heta 23’ê gulanê dewam bike.