Çalakgera greva birçîbûnê: Em gelek kêfxweş in ku di rêya heqîqetê de dimeşin
- 09:20 11 Gulan 2019
- Rojane
STENBOL - Fatma Yildirim a li Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê ev 127 roje di grevê de di nameya ku şand de wiha got: “Em gelek kêfxweş in ku di rêya heqîqetê de dimeşin û hêzê jê digirin. Îro bi hezaran Mazlum, Sara, Hayri li dijî zilma Dehaq têdikoşin, baz didin azadiyê. Ev berxwedan a ku jiyanê nû dike ye. Em çiqas bihêlin jî, bi biryar in ku vê bigihînin serkeftinê.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, ji aliyê hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven hat destpêkirin di roja 185’an de berdewam dike. Li aliyê din jî li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê jî ji 1’ê Adarê de 7 hezar girtî tevlî greva birçîbûnê bûn.
Fatma Yildirim jî yek ji van girtiyan e û li Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê ji 5’ê Çile de di grevê de ye. Fatmayê di hevdîtina bi malbata xwe re nameyek der barê berxwedanê de şand.
Nameya Fatmayê wiha ye:
“ Li dijî hemû zor û zehmetiyên li dijî îradeya mirovahiyê, parastina nirxên ahlaqî û xweserbûna xwe, hîna divê çiqas xweş û bi nirx be. Mafê mirovan a parastina ziman, çand û nasnameya wan heye. Li vî welatî ger ev maf bê xespkirin, mafê herî xwezayî ya gel parastin e. Îro em jî li dijî zîhniyeta yekparêz, mafê xwe yê demokratîk, îradeya têkoşînê nîşan didin. Em tunehesibandina îradeya gelê Kurd û Rêberê wan qebûl nakin. Em bi berxwedana xwe ya bi heybet bersivê didin kesên mafên me tune dihesibînin.
‘Em ê dest ji afirandina mirovên azad bernedin’
Leyla Guven û heval Nasir çalakî dan destpêkirin û em jî bi coş û kelecan tevlî bûn. Em bawer dikin wê îsal sala serkeftinê ya gelan be. Hevala Ayten û Zulkuf bi canê xwe berpirsyariya xwe ya dîrokê danîn holê. Em rêhevalên wan û gel jî xwedî li vê çalakiyê derdikevin û mezin dikin. Peywira me ye ku em vê bigihînin hemû mirovahiyê. Em ê tu carî çi dibe bila bibe dest ji afirandina mirovên azad bernedin.
Em hemû baş in, moral û coşa me baş e. Îro bi hezaran Mazlum, Sara û Hayrî li dijî zilma Dehat têdikoşin. Baz didin azadiyê. Qêrînên ‘Bê rojê ji jiyanê re na’ diqîrin. Em roj bi roj biryarbûn û germahiya çalakiya xwe zêdetir hîs dikin. Bêguman bedenên me dihelin, em kîlo didin. Lê em çiqas bihelin jî em ji riya heqîqetê hêzê digirin. Heta dawî li tecrîdê neyê em ê çalakiya xwe bi dawî nekin.
Bêguman em dizanin ku dema em mirovên azad diafirînin rastî gelek astengî û zehmetiyan tên. Em amade ne ji bo van zehmetiyan jî. Xwe xemgîn nekin ji bo me. Xemgînî tiştekî li me zêde nake. Ji bo tecrîd bê parçekirin ya dikeve ser milê we zêdetir têkoşîn e.”
‘Nikarin hewcedariyên xwe bigirin’
Dayika Fatmayê, Huziyet Yildirim jî da zanîn ku piştî hevîtina 25’ê Nîsanê şûnde keça wê di alî dîtinê de pirsgirêkan dijî û wiha got: “Vîtamînan nadinê. Midûr kantîn girtiye. Hewcedariyên van kesan hene. Keça min dibêje avê nadin me. Rojê nîv qedeh dew didinê. Dew jî tirş e û zirarê dide mîdeya wan. Me malbatan xwest em hevdîtinê bikin, lê gotin em bi kesekî re nikarin hevdîtinê bikin. Ez li ser navê malbatan çûm. Gotin em ê hewcedariyê wan bidin lê keça min geriya got hîna nedane.”
Huziyetê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wê heta dawî ligel zarokên xwe bin û bang li hemû parêzvanên mafê mirovan û cîhanê kir ku deng bidin vê çalakiyê. Huziyetê destnîşan kir ku bila êdî wezareta dadê bêdengiya xwe xera bike, tecrîdê rake, bila zarokên wan dest ji grevê berdin.