Li Kobanê Hevdîtina Hunera Şêwekariyê dest pê kir

  • 15:26 10 Gulan 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Duyemîn hevdîtina Rojava ya hunera Şêwekariyê bi dirûşmeya "Vîna welatên zeytûnan ji terora we bi hêztir e" dest pê kir.
 
Bi pêşengtiya desteya Çandê ya herêma Cizîrê li eywana Newroz ya Kantona Kobanê, çalakiyên hevdîtina duyemîn ya Rojava a hunera şêwekariyê dest pê kir.
 
Di hefteya yekemîn de ango ji 10 heya 16`ê Gûlanê  wê şêwekarî li Kobanê berdewam bike. Dê şêwekar sempozyom ku di nava xwe de gelek tabloyên cuda digire pêşkêş bikin. Piştre ji 18 heya 28'ê gulanê wê vekirina fermî ya pêşengeha li Çand û Hunera Mihemed Şêxo li bajarê Qamişloyê bidome. Her wiha ji 19 heya 20'ê gulanê semîner ew ê werin dayîn û herî dawî di 21'ê gulanê de wê şahiya dawîkirina hevdîtinê ya fermî li Çand û Hunera Mihemed Şêxo were lidarxistin.
 
Roja yekê ji Sempozyomê bi amedebûna meclîsa Malbatên şehîdan, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Çand û Hunera Baqî Xido, Kevana Zêrîn û Partiya Demokratîk Kurdên Sûriyê dest pê kir.
 
Di vekirina şêwekariyê de axaftin hatin kirin. Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan ya herêma Firatê Arif Balî, Encûmena xwe cihî ya herêma Firatê Mihemed Şahîn, Komîteya amedekar Mûnîr Şêxî di derbarê li darxistina hevdîtinê de axivîn.
 
Her wiha li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid axivî û wiha got: "Beriya du salan dîsa li bajarê berxwedanê Kobanê hevdîtin di derbarê berxwedana Kobanê de hat çêkirin. Lê rewş, roj, sal û mijarên me jî tên guhertin. Mijara ya vê carê jî berxwedana Efrînê ye. Li hember hovîtiya ku li ser bajarê me yê aştiyane û yê herî bedew Efrînê de hatiye, baweriya me bi şêwekarên me heye ku çawa beriya du salan hestên xwe li ser Kobanê xêz kirin, wê di roja îro de jî hestên xwe ji bo Efrînê xêz bikin."
 
Di heman demê de hevseroka desteya Çand û Hûnerê ya herêma Cizîrê Rewda Hesen axivî û wiha got: "Ji bingeha baweriya me ku huner civakê pêş dixe em îro hevdîtina şêwekariyê li dar dixin. Em di wê hêviyê de ne ku peyama hemû şêwekaran di rêya tabloyên wan de bigihêje civaka navnetewî. Em spasiya hemû şêwekaran dikin ji ber ku ji bo serkeftina vê çalakiyê dem ji bo me veqetandin û em serkftinê ji wan re dixwazin."
 
Piraniya şêwekarên ku tabloyan xêz dikine jin in, her wiha naveroka tabloyan jî berxwedana Serdemê ya Efrînê ne û wêneyên Leyla Guven jî hat xêzkirin. Weke ku hat payîn wê ev sempozyon heta 16`ê Gûlanê bidome.