Jinên kurd ên li Elmanyayê: Bi berxwedanê em ê bi ser kevin

  • 11:31 10 Gulan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Elmanyayê jin bi laçikên spî ji bo piştgiriyê bidin rojiya mirinê û greva birçîbûnê daketin êrîşên li hemberî dayikan şermezar kirin. Jinan diyar kir ku dê bi berxwedanê bi ser kevin.
 
Li bajarên Dusseldorf, Frankfurt û Essenê ya Elmanyayê ji bo pişgiriyê bidin greva birçîbûnê û rojiyan mirinê û her wiha li dijî êrîşa li hemberî dayikan çalakî hat lidarxistin. 
 
Li bajarê Dusseldorfê, girseya gel ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê, li ber Konsolosxaneya Tirk li hev civiya û çalakiyek pêk anî. Di çalakiyê de xwedî li berxwedana Dayikên Aştiyê hat kirin. Jinan êrîşên li hemberî Dayikên Aştiyê şermezar kirin û laçikên spî dan serê xwe. 
 
Li bajarê Frankfurtê jî êrîşên li dijî dayikan hatin şermezarkirin. Kurdistanî li Frankfurtê û bajarên derdorê li hev civiyan û li ber Konsolosxaneya Tirk êrîşên li hemberî dayikan şermezar kirin. 
 
Li bajarê Essen ê jî li pêşiya Konsolosxaneya Tirk çalakiyek pêk hat û êrîşên li hemberî dayikan hatin şermezarkirin. Jinan laçikên spî dan serê xwe û dirûşmên "Hêrsa dayikan wê kujeran bifetisîne", "Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin", "Bê Serok jiyan nabe" qîriyan. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin.