Ayşe Acar Başaran:Hevdîtinên demî tên kirin nayê wateya rabûna tecrîdê

  • 09:04 10 Gulan 2019
  • Ramyarî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Ayşe Acar Başaran hevdîtina 8 sal şûnde ya li Îmraliyê ku parêzeran pêk anî nirxand û da zanîn ku di encama berxwedanek mezin de pêk hatiye û wiha pê de çû: “Hevdîtinên demî nayê wateya rakirina tecrîdê. Niha di alî hiqûqî de pêş hevdîtinan asteng tune ye. Encameke ku civak rehet kir, baweriya jiyanek hevpar xurt kiriye derket holê. Sîstematîkirina hevdîtinan ne zehmet e.”
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 6’ê Gulanê de daxuyaniyek çapemeniyê da û da zanîn ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re li Îmraliyê di 2’ê Gulanê de hevdîtinek pêk anîne û berfirehiya hevdîtina saetekê parve kirin. Her wiha parêzeran metna bi îmzeya girtiyên li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re tên girtin, Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar jî bi rayagiştî re parve kirin. Hevdîtina parêzeran ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha bi hincetên cuda dihat redkirin.
 
Di metna hat şandin de cih dan grevên birçîbûnê û hat gotin ku ji bo wan aştiyek bi rûmet, çareseriya siyasetek demokratîk esas e. Her wiha girtiyan jî destnîşan kir ku hevdîtin nayê wateya ku tecrîd bi giştî hatiye rakirin û heta hevdîtin neyên asteke sîstematîk wê çalakiya wan bidome. Berdevka Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran der barê hevdîtina 8 sal şûnde bi parêzeran re hatiye kirin û grevên birçîbûnê de axivî.
 
‘Hevdîtin di encama berxwedanek mezin de pêk hat’
 
Ayşeyê bi lêv kir ku hevdîtina 8 sal şûnde parêzeran kiriye di encama berxwedanek mezin de hatiye kirin û wiha pê de çû: “Ev pêngavek girîng e. Ev hevdîtin di encama berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê de pêk hatiye. Dîsa di encama berxwedana dayikan de pêk hatiye. Wek Baroya Hiqûqê ya Asrinê jî îfade kiriye berê jî hinek hevdîtin hatine kirin. Piştî hewldana darbeyê di mijara ewlehiya fikara civakî çê bû ji bo hevdîtin bên kirin grevan dest pê kir. Di encama vê grevê de bi Birêz Ocalan re hevdîtin hat kirin. Piştre jî malbatê hevdîtin kir.”
 
‘Hevdîtinên demî tên kirin nayê wateya rabûna tecrîdê’
 
Ayşeyê da zanîn ku bi pêşengiya Leyla Guven grev hatiye destpêkirin û bi vê re çalakî belav bûye, ji bo vê berxwedanê bişkînin Leyla Guven tahliye kirine û piştre jî Mehmet Ocalan bi birayê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye. Ayşeyê got: “Ji bo carekê hevdîtin nayê wateya ku tecrîd bi giştî rabûye. Ji 99’an heta niha 20 sale tecrîd li ser Birêz Ocalan heye. Bi awayekî demî hevdîtin bên kirin jî dewlet dîsa ketiye pozîsyona xwe ya berê. Ev hevdîtin jî ji bo zexta civakî bê kêmkirin tê kirin.”
 
‘Sîstematîkirina hevdîtinan ne zehmet e’
 
Ayşeyê daxuyakirin hevdîtin di encama berxwedanê de derketiye holê û lê ev têr nake û divê bi awayekî sîstematîk hevdîtin pêk bên û piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde bi KHK’yê tecrîd qaşo xistine çarçoveyek hiqûqî, piştî OHAL’ê bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Bursayê re hevdîtinên bi malbat û parêzeran re hatin sînorkirin. 
 
‘Rewşa 15 girtiyî krîtîk e’
 
Ayşeyê destnîşan kir ku bi rojane di grevê de ne û wiha pê de çû: “Em ji bo hevdîtinê kêfxweş bû. Bêguman tiştekî kêfxweş e, lê di alî rewşa ku Tirkiye tê de ye bi xof e. Ji bo tiştekî ku divê di alî hiqûqî de hebe, girtî bi mehane di grevê de ne. Girtî hewl didin dengê xwe bi desthilatdariyê bidin bihîstin. Rewşa 15 girtî krîtîk e. Ev girtî beriya rojiya mirinê di grevê de bûn. Texrîbatên bedena wan derket holê.”
 
Ayşeyê balkişand ser binpêkirinên mafan ê li ser girtiyan jî û wiha got: “Hevalên me yên parêzer tevî hemû astengiyan hewl didin xwe bigihînin girtîgehan û binpêkirinan ji me re ragihînin. Ji ber êdî berê xwe dane parêzeran. Di hevdîtinên parêzeran de kamerayan dikin odeyan û gardiyanan ligel wan didin sekinandin. Ev jî nîşan dide ku pergala Îmraliyê li girtîgehan çawa belav bûye.”
 
‘Yek tabutek ji girtîgehê bê wê aştiyê parçe bike’
 
Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê destilatdarî wekî temaşevan nemîne. Ev çalakî ji bo pêkhatina daxwazan pêk tê. Desthilatdarî jî hinek planên li dijî vê zor û zehmetiyê derdixe, dike. Li şûna bi vê re mijûl bibe divê riyek hêsan tercih bike. Divê daxwazên girtiyan demildest pêk bên. Yek tabuteke ji girtîgehan derkeve wê aştiyê têk bibe, parçe bike.”
 
Ayşeyê her wiha peyama Abdullah Ocalan jî nirxand û daxuyakirin ku pir zelal daniye holê ku neçareseriya li Tirkiyeyê çawa dikare bê çareserkirin û peyameke kûr ji bo her aliyê rayagiştî ya Tirkiyeyê bû.