'Jinên Kurd xwedî mîrasê têkoşîn û eşqa azadiyê ne'
- 09:02 10 Gulan 2019
- Rojane
Sorgul Şêxo / Ronîda Hacî
HESEKÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo 45'emîn salvegera şehadeta têkoşer Leyla Qasim bi bîr anî û got: “Şopandina xeta Bûka Kurdistanê dewam dike. Em ê li mîrateya têkoşînê ya Leyla Qasim xwedî derkevin.”
Dîroka gelê Kurd dîrokek dewlemend e bi qehremanî û têkoşînê tê naskirin. Di nava her nifşekî nû de jinek berxwedêr mohra xwe li dîrokê xistiye. Yek ji van lehengan jina Kurd Leyla Qasim e. Leyla Qasim di sala 1952'an de li bajarê Xaneqînê çavê xwe li dinê vekir. Zanîngeha Adab bi dawî kir û cihê xwe di nava Partiya Demokratîk a Kurdistanî de girt û wekî jinek siyastemedar rolek xwe ya girîng li Bexdayê lîst. Ji bo doza kurdî di nava têkoşînê de bû. Di sala 1974'an de ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve hat girtin û di 12'ê Gulana 1974'an de hate îdam kirin. Têkildarî mijarê de Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo diyar kir ku jinên wekî Leyla Qasim leheng her dem di hafizaya civakê de cihê xwe girtiye û got:"Leyla Qasim ji bo doza gelê Kurd canê xwe feda kir. Em ê her dem wê bi hêviyên mezin bi bîr bînin."
'Jinên Kurd mohra xwe li dîrokê dixin'
Evînê bi lêv kir ku bi hezaran Leyla îro hene û xwedî li mîrateya Leyla Qasim derdikevin û wiha got:"Leyla Qasim hestê netewbûyînê derxist astek bikind. Her wiha rakirina newekheviya di nava civakan de armanca wê bû. Şehîd Leyla di hundirê Partiya Demokratîk a Kurdistanê de giranbûnek wê hebû. Tevî hemû rewşa zehmet wê têkoşîna xwe dewam kir. Di têkoşîna ji bo doza Gelê Kurd de gelek çalak bû."
'Em ê bi fedekarî û tekoşîna xwe ixanetê têk bibin'
Evînê di dewama axftina xwe de got: "Leyla dema ku hat girtin dîsa têkoşîna xwe dewam kir û teslîm nebû. Wê îradeya xwe tu carî teslîmî dijmin nekir. Di serdana malbata Leyla a di zindanê de, Leyla daxwaza Cêbir û cilekî nû kir, bi cêbir tayê porê xwe jê kir ji bo tevahî gelê kurd wekî Mîrasekê da diya xwe. Her wiha bi cilê nû dixwest axa Kurdistana pîroz wekî bûkekê hembêz bike û di dema îdama xwe wê got 'Ez dizanim ku ew ê bi milyonan kurd rêya min bişopînin. Loma ez bextewar im'."
'Jinên Kurd xwedî mîrasê têkoşîn û eşqa azadiyê ne'
Evînê di dawiya axftina xwe de nîşankir ku jinên kurd xwedî dîrokek dewlemend in û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Şopandina xeta Bûka Kurdisatnê dewam dike. Em ê li mîrateya têkoşînê ya Leyla Qasim xwedî derkevin.Leyla Qasim ji bo doza gelê Kurd canê xwe feda kir. Em ê her dem wê bi hêviyên mezin bi bîr bînin.”