ROJEVA 10'Ê GULANA 2019'AN

  • 09:00 10 Gulan 2019
  • Rojev
*Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo 45'emîn salvegera şehadeta têkoşer Leyla Qasim bi bîr anî û got: “Şopandina xeta Bûka Kurdistanê dewam dike. Em ê li mîrateya têkoşînê ya Leyla Qasim xwedî derkevin.” DÎMEN HEYE
 
*Ayşe Acar Başaran hevdîtina 8 sal şûnde ya li Îmraliyê ku parêzeran pêk anî nirxand û da zanîn ku di encama berxwedanek mezin de pêk hatiye û wiha pê de çû: “Hevdîtinên demî nayê wateya rakirina tecrîdê. Niha di alî hiqûqî de pêş hevdîtinan asteng tune ye. Encameke ku civak rehet kir, baweriya jiyanek hevpar xurt kiriye derket holê. Sîstematîkirina hevdîtinan ne zehmet e.”DÎMEN HEYE
 
*Yek ji dayikên ku bêyî zarokên xwe dikeve Roja Dayikan, Gulîstan Guven e. Gulîstanê diyar kir ku du zarokên wê ji 1’ê Adarê de li girtîgehê di grevê de ne û wiha got: “Gelo kengî Roja Dayikan bi me dayikên Kurd dane jiyîn! Wek salan berê em niha jî li gel berxwedana zarokên xwe ne.” DÎMEN HEYE
 
*Viyan Hevjîn Morkuzu ya li Girtîgeha Şakranê di greva birçîbûnê de ye û her wiha nexweşa tuberkulozê ye, hat hînbûn ku rewşa wê gelek xerab e. Apê wê Mehmet Morkuzu wiha got: “Viyanê xatir ji me xwest. Tirsa me mezin e. Divê demildest bikevin tevgerê. Zarok dimirin. Bila deng bidin dengê wan. Divê hikûmet daxwazan ji nedîtîve neyê.” DÎMEN HEYE
 
*Mehmet Şîrîn Kaya ji aliyê cerdevanan ve bi çekên otomatîk hatibû qetilkirin, piştî mirina wî rastiya 3 jin û zarokên neçar man bê bav mezin bibe derket holê. Bavê Mehmet, 25 sal berê, hevjînê meta wî Xelîceyê 27 sal berê tên qetilkirin. Dayik, metik û hevjîna Mehmet, Kesîre jî niha heman qederê dijî. Her sê jinan diyar kirin ku wê heta dawî li pey edaletê bin. DÎMEN HEYE
 
*Pêşenga şoreşa  hûnera kurd Hozan Mizgîn, di salvegera xwe ya 27’emîn de tê biranîn. Mizgîn bi dengê xwe ji her jinekê re dibe qêrîna azadiyê. Jinên ku şahîdî ji xebat û têkoşîna Mizgînê re kirin têkoşîna wê vegotin.  DÎMEN HEYE
 
* Endama Rêveberiya Çand û Hunerê ya Hesekê, Heyfa Mihemed a ku bi Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) re xebitiye behsa bîranînên xwe yên bi Hozan Mizgîn kir. Heyfayê diyar kir ku ew Hozan Mizgîn bi kesayeta xwe û dengê xwe bandor li ser gelek kesî kiriye û got:"Hozan Mizgîn bi dengê xwe yê xweş bandorek erênî li ser min kir. Şehîd Mizgîn ne tenê bi hunera xwe di heman demê de bi sekin, têkoşîn û kesayeta xwe ya bi biryar jî bandor li ser bi hezaran kesî kiriye."