Dayik dê sibêhê dîsa li ber Girtîgeha Gebzeyê kom bibin
- 16:44 9 Gulan 2019
- Rojane
KOCAELÎ - Li ber Girtîgeha Gebzeyê polîsan cerek din çalakiya rûniştinê ya malbatên girtiyan asteng kir. Malbatên girtiyan diyar kirin dê sîbehê dîsa bên li ber girtîgehê.
Malbatên girtiyên li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, li ber Girtîgeha Jinan a Gebzeyê çalakiya xwe ya nobetê domandin. Malbat li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk (HDP) ya Navçeya Gebzeyê kom bûn û li wesayîtan siwar bûn ku biçin ber girtîgehê. Polîsan pêşiya malbatan birî û dorpêç kir. Tevî vê yekê jî malbat çûn cihek nêzî girtîgehê. Li vir bi astengiya polîsan re rû bi rû man û li gel astengiyan dîsa malbat xwest bi meşê biçin li ber girtîgehê.
Polîsan bi tu awayî destûra malbatan çûyîna li ber girtîgehê neda û parêzerên ku bi malbatan re hatin li ber girtîgehê bertek nîşanî polîsan da. Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê parêzer Sînan Zîncîr diyar kir ku astengiya polîsan lidij hiqûqê ye. Serokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Gebzeyê Ebûbekir Çoban bertek nîşanî helwesta polîsan da.
Dayika Hactice Calihanê ku di 1'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribû, Zeynep Calihan, diyar kir ku di nav xemginiyê de Roja Dayikan peşwazî dikin û wiha got: "Em dixwazin ji bo zarokên me rêya diyalogê bê vekirin û demildest tecrîd bê rakirin."
Zeynep, destnîşan kir ku her roj bi heqereta polîsan re rû bi rû dimînin û wiha axivî: "31 roj in em li ber Girtîgeha Gemzeyê ne û her roj polîs bi her cureyê heqeretê li me dike. Tenê em na yên ku piştgiriyê didin me jî bi heqeretê re rû bi rû dimînin. Lê em dev jî berxwedana xwe bernadin. Dema zarokên me azad bibin û em ê ji li ber girtîgehan biçin."