Ji bo bidawîbûna dibistana şahî hat lidarxistin

  • 16:29 9 Gulan 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Bi boneya bidawîbûna dibistanan li 4 dibistan lîstiên şanoyê hatin pêşkêşkirin û di her lîstikekê de ji temaşevanan re peyamek hat dayîn. 
 
Li navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo ya taxa Miftî a bajarê Hesekê bi boneya bi dawîkirin perwerdeya li dibistanan şahî hat lidarxistin û di çarçoveya vê şahiyê de lîstikên şanoyê yên ku hatin amadekirin hatin pêşkêşkirin. 
 
Di şahiya bi rêzgirtinê dest pê kir de Endamên Meclisa Sûriya Demoqratîk(MSD), Tevgera Xwendekarên Demoqratîk (TXD), Yekîtiya Ciwanên Rojava(YCR), Mamoste û şagirtên dibistanan amade bûn.
 
Şanoyên ji aliyê dibistanan ve hatin pêşkêşkirin ji aliyê qomîteya çalakiyan a bajarê Hesekê û bi alîkariya meclisa navçeya Rojava hatin amdekirin. Lîstika Şanoya Dibistana Ehmed Zeal li ser zoriyên azadiyê bû. Di vê lîstikê de bal hatibû kişandin ser kesên ku welatê xwe difroşin û fermana ku bi serê şengalê de hat.
 
Dibistana Zat El-Nîtaqeyîn lîstika wan a şanoyê derbarê koçberiyê de bû. Ev şano li ser kesên ku dev ji ax û welatê xwe berdidin û koçî welatên xelkê dikin û hemû zilm û îşkenceya ku li welatên din dibînin û kes dengê xwe nake bû. 
Lîstika Dibistana Îbin El-Rişd jî ya  bi navê Zembîl firoş bû. Lîstika şanoyê ya Ciwanên MSD’ê jî ya bi navê Şevên tarî bû.
 
Di dawiya van lîstikan de komîteya çalakiyan a bajarê Hesekê, qomîteya navçeyan û qomîteya ciwanan a werzîşê spasname diyarî dibistanan kirin.