Doza Çapemenıya KCK'ê taloqi 22'yê Cotmehê hat kırın
- 14:49 9 Gulan 2019
- Rojane
STENBOL - Danişîna 46 rojnamegerên kurd ên ji “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê” tên darizandin hat dîtin. Derket holê ku derbarê rojnameger Yuksel Genç de dozek nû vebûye.
Danişîna 13’yemîn a 46 rojanmegerên kurd ên ji “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê” tên darizandin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Parêzerên rojnamegeran di danişînê de amade bûn.
Di danişînê de derket holê ku derbarê rojnameger Yuksel Genç a ji heman dozê tê darizandin, 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di sala 2019’an de dozek nû vekiriye. Heyetê da zanîn ku bi daxwaza dosye bi dosyeya din re bibe yek şandine û biryara dosye bikin yek nekirine û dosya şandiye Dadgeha Îstînafê.
Di danişînê de dozger û parêzeran xwest kêmasiyên di dosyeyan de temam bibin. Li ser vê yekê heyeta dadgehê danişîn taloqî 22’ê cotmehê kir.