Dayikên girtiyan li Bakirkoyê hatin binçavkirin
- 14:20 9 Gulan 2019
- Rojane
STENBOL - Dayikên ku ji bo balê bikişînin ser rojiya mirinê û grevên birçîbûnê li ber Girtîgeha Bakirkoyê li hev civiyan dîsa bûn hedefa êrîşa polîsan û hatin binçavkirin. Parlamenterên HDP'ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Dayikên Girtiyan li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li pêş Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê nobeta xwe berdewam kirin. Dayik ji bo nobetê carek din li pêş girtîgehê kom bûn û xwestin daxwazên bînin ziman. Dayikên ku bi rojan rastî mudaxaleya polîsan tên, îro careke din rastî êrîşa polîsan hatin û hatin binçavkirin.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Huda Kaya û Parlamentera HDP'a Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîğît tevlî çalakiya malbatên girtiyan bûn. Parlamenterên HDP'ê bertek nîşanê binçavkirina malbatên girtiyan da û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.