Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Rakirina tecrîdê ji bo aştî û demokrasiyê gelek girîng e
- 13:47 9 Gulan 2019
- Rojane
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku bi hevdîtina 2’yê Gulanê ya li Îmraliyê tecrîd ranebûye û got: “Rakirina tecrîdê ji bo aştî û demokrasiya Tirkiyeyê gellek girîng e. Kengê deriyê Îmraliyê vedibe em dibînin ku hêviya azadî, aştî î demokrasiyê bilind dibe.”
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamentera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr li Navenda Giştî ya partiya we têkildarî mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. Taşdemîr cezakirina ji akademîsyena aştiyê Fusun Ustel rexne kir û got ew ê li dijî faşîzmê deng û gotinên qîr bikin.
Dîlan Dîrayet danişîna doza Pakîze Hazar a du sal berê li Licê di bin maşîneya zirxî de mabû û jiyana xwe ji dest da bi bîr xist û got: “Ajokarê maşîneya zirxî kul i Pakîze Hazar qeliband û tevî ji sedî sed bi qisûr bû jî 3 sal ceza dane. Pişt re ceza daxistin 2 sal û 6 mehan. Hûn jinek 85 salî qetil dikin, lê li beramberî vê 2 sal û 6 meh ceza didin ajokar. Ev tenê ne qezayek trafîkê ye. Ev cezakirina hindik rehetiya bêcezakirina kuştina kurdan e. Dadgehê bi vê biryarê carek din girtina kurdan erê kiriye û komkujiyên bi vî rengî ecibandiye. Em vê biryarê şermezar dikin.”
Dîlan Dîrayet anî ziman ku qeyûman bi polîtîkaya mêtingeriyê şaredariyan birêve birine û got: “Ev çend roj in li ser medya civakî nûçeyek diçe û tê. Ev nûçe ango deng rejîma qeyûm çi ye bi zelalî nîşanî me dide. Polîsek ku tayînî şaredariya Mêrdînê kirine dide nîşandan ku jinekê çawa tacîz dikin. Em bi vî dengî rejîma qeyûm a li Kurdistanê çawa nelirêtiyê kiriye baş dibînin. Vîna gelê me xesp kirin û çand, huner û dîroka gel hat talankirin. Li şaredariyên me hemû bêehlaqî û nelirêtiyan kirine. Li şaredariyên me bi awayek vekirî odeyên qanihkirin û teoriya fihuşê çêkirine. Tiştên hatine kirin dengê li ser çapameniyê parve bûn eşkere bûn.
Li şûna ku hûn wan amûrên X-Ray dibin li ber deriyê şaredariyên me yên wek Cizîrê, Silopiya û Hezexê datînin, bibin li cihên ku fihuş lê hatine û tên rêxistinkirin deynin.”
i ber vî awayî li şaredariyên me pirsgirêka ewlehiyê nîne. Heke ku mirov behsa ewlehiyê bike, li vî welatî pirsgirêka ewlehiya jin û zarokan heye. Her roj bi dehan zarok û jin rastî tacîz û tecawizê tên. Heke ku hûnê tedbîra ewlehiyê hildin, ewilî kolanan bi ewle bikin û zarokan biparêzin.”
Dîlan Dîrayet da zanîn ku yek ji rojeva bingehîn a welat grevên birçîbûnê ne û wiha domand: “Em bi ferasetek ku dixwazin di şexsê birêz Ocalan de hemû civakê bixe bin tecrîdê re rû bi rû ne. Di şexsê Leyla Guven de li gellek deveran ev 6 meh in li dijî vê pergala tecrîdê grevên birçîbûnê didomin. Ji ber ku ev daxwaza rewa û mirovî nayê qebûlkirin ji 30’ê Nîsanê ve 15 girtiyan dest bi rojiya mirinêk irin. Divê ku grevên birçîbûnê êdî rojeva sereke ya welat bin. Em bi demê re di nava pêşbaziyê de ne. Ji ber vê yekê tecrîd sûcek mirovahiyê ye. Ev sûc dewam dike. Çalakgerên greva birçîbûnê balê dikişînin ser vî sûcî û dixwazin tecrîd bi dawî bibe.”
Piştî 8 salan li gel birêz Ocalan hevdîtinek pêk hat. Helbet ev hevdîtin binirx û watedar û erênî ye. Lê bi vê hevdîtinê tecrîd bi dawî nebûye û daxwaz bi cih nehatine. Rakirina tecrîdê ji bo aştî û demokrasiya Tirkiyeyê gellek girîng e. Kengê deriyê Îmraliyê vedibe em dibînin ku hêviya azadî, aştî î demokrasiyê bilind dibe. Bi hevdîtina li gel Ocalan re carek din hat dîtin ku nêrînên wî ji bo aştiya welat gellek girîng e.
Hevala me Leyla Guven 183 roj in balê dikişîne ser tecrîdê û dixwaze tecrîd bê rakirin. Leyla Guven û bi hezaran çalakger dibêjin ku tecrîd li dijî demokrasiya Tirkiyeyê darbeyek e.
Dayikên me laçik spî li ber deriyên hepsan li ber xwe didin û balê dikişînin ser rewşa zarokên xwe. Lê mixabin li şûna li vê qîrîna dayikên me guhdar bikin, dayikan bi erdê re kaş dikin û şidetê li wan dikin. Êdî li welat hejandina laçikên spî yên dayikên me jî qedexe dikin. Polîs şidetê li hevalên me wekîl ên jin ku destekê didin dayikan jî dikin. Îro tişta ku AKP diyarî dayikên me dike, bedena zarokên wan ên helandî ne û bi kaşkirina erdê re ye. Xelat ango diyariya herî mezin ku em bidin dayikan aştî, demokrasî û piştevaniya dayikan e. Helbet wê dayikên laçik spî bi ser bikevin û faşîzm dê têk biçe”