'Dê rehetî ji canê me re tune be heta ku em Efrîna xwe rizgar nekin'

  • 13:36 9 Gulan 2019
  • Rojane
Şerîn Zeravan
 
QAMIŞLO - Jinên bajarê Qamişloyê dîwarê ku dewleta Tirk  li Efrînê çêdike şermezar kirin û gotin: "Wê rehetiya ji canê me re tune be heta ku em Efrîna xwe rizgar nekin."
 
Bi armanca şermezar kirina dîwarê ku dewleta Tirk di navebera Efrîn û Şehbayê de çêdike gelê bajarê Qamişloyê meş li dar xist. Jinên ku tevlî meşê bûn axivîn.
 
'Em ê her dem pişt gelê Efrînê bin da ku em Efrînê ji dagirkeran bigirin'
 
Nafiya Betal yek ji jinê ku tevlî nava meşa bajarê Qamişloyê bû wiha got: "Em îro tevlî nava meşê bûne, ji bo şermezar kirina dîwarê ku Erdogan di navbera Efrîn û Şehbayê de çêkiriye. Em jinên bajarê Qamişloyê bi giştî dengê xwe bi gelê xwe yê Efrînê re dikin yek û em her dem pişgirtina wan bikin. Heya em Efrînê ji dagirkeran bistînin."
 
'Heya em Efrînê ji destê dagirkeran rizgar nekin, dê rehetî ji canê me re tune be'
 
Nafiya yê Banga li dewleta Tirkiyeyê kir û wiha got: "Qêrîna berxwedan û têkoşîna gelê kurd bilindtir bûye. Êdî bê dengî ji bo me kurdan nema ye, ji ber vê yekê jî heta ku em Efrîna xwe rizgar û azad nekin ji bin destê dewleta Tirk û bi giştî alîgirên wê, rizgar neke, dê rehetî ji canê me re tune be."
 
'Sonda me rizgarkirina Efrînê ye'
 
Emara Hesen jî diyar kir ku çavê Erdogan lê yê ku Efrîna Rojava yê Kurdistanê bike parçeyek ji welatê xwe û wiha got: "Em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êdî sebir ji bo me nema. Dewleta Tirk dixwaze ku Efrînê bike paçeyek ji bajarê xwe, dagirkeriyeke li ber çavê hemû cîhanê dike, lê dewletên navnetewî û tu kes dengê xwe nake. Em jî weke gelê kurd sonda me ew e ku em Efrînê rizgar bikin."