Marîam Nabatanzî heta îro 44 zarok anî dinê

  • 13:32 9 Gulan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Marîam Nabatanzî ya Ugandayî heta îro 44 zarok anîne dinê.  
 
Jina li Ugandayî dijî 44 zarok anîne dinê. Kesên ku çîroka Marîamê dibhizê matmayî dimîne. 
 
Di 36 saliya xwe de zarokê xwe yê 44'an anî dinê. Marîam 3 caran sêwîk, 3 caran cêwîk û 3 caran jî çarwîk anî dinê. Marîam di 12 salî ya xwe de hat zewicandin. Li cîhanê yekem jina ku ev qas zarok anîne dinê. Marîam niha 39 salî ye. Di 13'ê saliya xwe de dema cêwîk anî çû cem bijîşkê û li gorî bijîşkê heke rêbaza kontrola zayînê pêk bîne dê bibe sedema pirsgirêkên tendûristiya wê. Marîam heta 23 saliya xwe 25 zarok anîne dinê û piştre carek din diçe cem bijîşkê. Lê bijîşk heman tiştî jê re dibêje. Marîam dem demê bi pirsgirêkên tendûristiyê re rû bi rû dima. Piştî ku cêwika xwe ya 6'emîn anî dinê hevjînê wê ew terk kir. 
 
Jiyana Marîamê her tim bi xwedî kirina zarokan derbas bû. Marîam a xwedî 44 zarokan di heman demê de bi gelek karan re mijûl bû ku debara mala xwe bike. Zarokê wê yê herî mezin ji bo alîkariyê bide dayika xwe dev jî dibistanê berda. Piştî demek dayik û bavê Marîamê jî dev ji wê berdan û Marîam bi tena serê xwe ma. Her çend ku ji bo xwedîkirina zarokên xwe fedekarî kir jî hêza wê terê nekir. 
 
Li gorî daneyên Ugandayê hejmara zarokan pir zêde ye, lê rewşa Marîam taybet e.