Li dijî astengiyê dayik li qadan e, rojnameger hatin dûrxistin

  • 13:28 9 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Îro jî dayikên ku xwestin ji bo zarokên xwe yên di grevê de ne li Parka Koşuyoluyê çalakiyê li dar bixin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Dayika ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û rojnameger jî hatin astengkirin. 
 
Îro jî dayikên ku xwestin ji bo zarokên xwe yên bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan,  di grevê de ne li Parka Koşuyoluyê çalakiyê li dar bixin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Dayika ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û rojnameger jî hatin astengkirin. Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosun, Saliha Aydeniz, Semra Guzel jî beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Welatî û rojnameger hatin astengkirin
 
Bi dehan dayik ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Kesên ku xwestin alîkariya dayikan bikin ji GBT'ê derbas bûn. Kesên ku bertek nîşanî GBT'ê kirin  hatin derbkirin. Her wiha welatiyekî bertek nîşanî polîsan da hat binçavkirin. 
 
Jinek polîsan ew asteng kir û nehiştin derbasî hinda dayikan bibin got:"Ez welatiya vî welatî me. Mafê min ê çalakiyê heye. Hûn nikarin vê yekê asteng bikin. Ez ê biçim hinda dayikan kesek nikare min asteng bike."
 
Her wiha rojnameger tên dûrxistin û çalakî didome.