Betlaneya pêşdibistana Mexmûrê dest pê kir
- 13:08 9 Gulan 2019
- Rojane
MEXMÛR - Pêşdibistanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ket betlaneya havînê.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku 5 pêşdibistan hene û hejmara xwendevanan 280 ne. Xwendevanên ku temenê wan 5 salî ne bi kelecanek mezin ketin betalaneya havînê. Merasîma betlaneya pêşdibistanê li Pêşdibistana Şehîd Çîçek pêk hat. Beriya merasîm dest pê bike, ji bo hemû cangoriyên Tevgera Azadiyê bi deqeyek rêz hat girtin.
'Zarokên ku ji pêşdibistanê mezûn dibin weke pelekî sipîne'
Mamosteya pêşdibistanê Jiyan Tekîn axivî û got: “Di destpêkê de em xêrhatina hemû dayik û mêvanan dikin. Salek ya me ya perwerdeyê derbas bû, me jî li gor derfetên penaberiyê li gor derfetên xwe me perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî da meşandin. Di penaberiyê de perwerdedayîn derfetek pir serkeftî ye. Zarokên gelek bi şans in ku bi zimanê xwe yê dayîkê perwerda xwe dibine û bi zimanê xwe fêr dibe. Zarokên ku ji pêşdibistanê perwerde dibin weke pelek sipî û paqij in. Em hêvîdar in ku ew keda ku me salekê dayî ev ked kedek gelek pîroz e û ez hêvî dikim ku dayîkên me jî bi zarokên xwere ji bo fêrbûnê bibin alîkar.”
‘Em ê bi ked û berxwedana xwe vê tecrîdê bişkînin’
Mamoste Jiyan Tekîn bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî û got: “Ev tecrîda ku li ser Rêbertî tê meşandin li ser tevayî gelê kurd tê meşandin. Em ê bi ked û berxwedana xwe vê tecrîdê bişkênin û tiştê ku bikeve ser milê me li gor hêza xwe em amadene pêk bînin. Dijmin gelek leyistokên cuda cuda li ser zarokên me pêk tînin divê em ji vê yekê agahdar bin. Em hêvîdar in ku dayikên me baş bi zarokên xwe re bibin alîkar û di jiyana zarokan de em serkeftinê diwxazin.”
Piştî axaftina Mamosta Jiyan Tekîn xwendevana qarneyên xwe wergirtin. Merasim bi duruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ bi dawî bû.