Komkirina îmzeyan a li Navçeya Til Temirê bi dawî bû

  • 12:53 9 Gulan 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Kongreya Star bi KNK'ê re dest bi komkirina îmzeyên jinan kiribû û îmzekirin  îro li Navçeya Til Temirê bi dawî bû.
 
Beriya 3 rojan Rêxistina Kongreya Star bi KNK'ê re dest bi kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo Leyla Guven kiribû û îro bi komkirina 300 îmzeyên jinan çalakiya îmzeyê bi dawî kirin.
 
Endama Rêveberiya Kongreya Star Xedîcê Asim derbarê kampanyayê de wiha got: "Ev 3 roj in em li nava komîn, gund û malan digerin da ku îmzeyên jinan kom bikin. Îro roja dawî ye û me 300 îmzeyên jinan kom kirin, da ku ji CPT  re rê bikin."
 
Xedîcê hêvî kir ku CPT erka xwe pêk bîne û daxwaza Leyla Guven bi cih bîne û dawî li tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bînin.