Ji bo girtiyên di grevê de ne li ber Girtîgeha Şirnexê daxuyanî
- 12:49 9 Gulan 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, bi malbatên çûn hevdîtina zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de, yên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnêxê re daxuyanî da û got: “Daxwazên çalakgeran daxwazên me ne.”
Xizmên girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê dene, piştî hevdîtina heftane li ber girtîgehê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Hûseyîn Kaçmaz, rêveberên HDP’ê û DBP’ê jî piştgirî dan xizmên girtiyan.
Hûseyîn li ser navê malbatan daxuyanî da û wiha axivî: “Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê niha 20 girtî di greva birçîbûnê dene. Tenê daxwazek wan heye. Dixwazin hikumet û dewlet qanûnên xwe yên heyîn bi cih bînin.”
Hûseyîn bal kişand ser êrîşên li dijî dayîkên girtiyan jî û wiha got: “Dayikên dixwazin li ber girtîgehan piştgiriyê bidin zarokên xwe rastî tundiyê tên. Dayik dixwazin bibin dengê zarokên xwe, rastî zext û êrîşan tên. Berdêla wê çi dibe bila bibe, emê piştgiriyê bidin rêhevalên xwe û xwedî wan derkevin. Daxwazên wan daxwazên me ne û emê vê daxwaza xwe tim bînin ziman. Heya ku grevên birçîbûnê dewam bikin, emê bên ber girtîgehan û daxwazên xwe bînin ziman.”