Li Şengalê ji bo piştgiriya çalakiyên grevê meş hat lidarxistin

  • 11:00 9 Gulan 2019
  • Rojane
Elmas Nayif/Nûpelda Tekoşîn
 
ŞENGAL - Îro li bajakrokê Sinûne yê  Şengalê bi dirûşma “Sondame ye em ê pergela Îmralî perçe bikin bi Rêber Apo re azad bijîn”  dijî  tecrîta girankirî û ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê li Şengalê meşek hat lidarxistin. Jinan ji bo azadiya Rêberê PKK'ê dirûşma 'Bijî Serok Apo' berz kirin. Di dawiya meşê de daxuyanî hat dayin. 
 
Îro li bajakrokê Sinûne yê  Şengalê bi dirûşma “Sondame ye em ê pergela Îmralî perçe bikin bi Rêber Apo re azad bijîn”  dijî  tecrîta girankirî û ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê li Şengalê meşek hat lidarxistin. Jinan ji bo azadiya Rêberê PKK'ê dirûşma 'Bijî Serok Apo' berz kirin. Di dawiya meşê de daxuyanî hat dayin. Jinên ku beşdarî meşê bûn gotin:"Em dev ji têkoşîna xwe ya ji bo Rêber Apo bernadin."
 
'Em ê heta dawî li pey doza Leyla Guven bin'
 
Jina bi navê Tewrê Xelef Qasim wiha got:"Îro em wek jînên Êzîdî ji bo azadiya Rêber Apo hatine vê derê dengê xwe bilind bikin. Di serî de em berxwedana Leyla Guven silav dikin. Ji çiyayê Şengalê em silavên xwe ji bo hemû rêhevalên ku di zindanê de ketine gireva bîrçîbûnê re dişînin. Em wek jinên Êzidî em tu carî dev ji çalakî û meşên xwe bernadin. Bi saya fikir û ramanên Rêber Apo em li vir in. Tenê Rêber Apo ber me ve hat. Em ê heta dawî li pey doza Leyla Guven bin.”
 
'Em qebûl nakin Rêberê me di zindanê de be'
 
Emşe Şengal jî wiha got: “ Îro em ji bo tecrîta girankirî ya li ser Rêber Apo hatine vê derê. Azadiya Rêber Apo, azadiya jinên Êzidî ye. Pêwîst e jinên Êzidî ji bo azadiya Rêberê xwe her di nav çalakiyan de bin û têkoşîna xwe her mezin bikin. Rast e em wek jinên Êzîdî kefxweş bûn bi Rêbertî re hevdîtîn hat kirin. Lê  em qebûl nakin Rêberê me di zindanê de be.”
 
'Divê daxwazên girtiyên di grevê de ne bê cih û tecrîd bi temamî bi dawî bibe'
 
Xoxê Cindî  jî bal kişand ser hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hat kirin û wiha got: “Em ji bo tecrîta girankirî ya li ser Rêber Apo tê meşandin em hatine dengê xwe bilind bikin. Rast e hevdîtin bi Rêber Apo hat kirin lê ev têr nake. Em bi tenê bi vê qayil nabin. Pewîst e tecrît bi temamî were rakirin. Pewîst e dewlet destê xwe deyne ser wîcdanê xwe. Dewletên Navneteweyî pewîst e rabin ser xwe vê zilm û tecrîta ku tê meşandin ji holê rake. Divê daxwazên girtiyên di grevê de ne bê cih û tecrîd bi temamî bi dawî bibe.”
 
'Ji bo azadiya gelê bindest rabin ser xwe"
 
Berfê Elyas jî wiha got“ Ez di serî de berxwedana Zindana Îmraliyê silav dikim. Rêber Apo ev 20 salin li zindanê li berxwe dide. Ez berxwedana  greva bîrçîbûnê ya girtiyên di zindana de  pîroz dikim. Ez bang hemû dewletan dikim ez dibêjim bes e bêdengî, bila mirovahî werê bîra wan. Xwesteka Rêber Apo tenê azadiya gelên bindest e, ew wekheviyê dixwaze. Banga min ji her kesî heye bila bêdeng nemînin û beramberî bêdengiyê dengê xwe bilind bikin. Rabin ser xwe ji bo azadiyê, ji bo azadiya gelê bindest. Her çi mirov dewlet bêdeng bin jî em jinên Êzîdî bê deng namînin.”
 
'Em wek jinên Êzidî naxwazin ji zindanan tabût derkevin'
 
Neam Bedel jî di dawiyê de nêrînên xwe bi vî rengî anî ziman: “ Tecrîta ku li ser Rêber Apo tê meşandin ne tenê li ser Rêber Apo ye li ser hemû însaniyetiyê ye. Hêvî û daxwazên me ji hemû dewlet û gelan heye ku ji bo dawî kirina tecrîdê hewl bidin. Mafê mirovan, CPT, dewletên navnetewî pewîst e li Serok Apo xwedî derbikevin. Em wek jinên Êzidî naxwazin ji zindanan tabût derkevin.Azadiya Rêber Apo azadiya hemû jinên Êzidî ye. Domandina tecrîta giran tê wê wateyê ku berdewamiya meşandina  planên qirej in. Pewîst e em hemû rabin ji bo dawîanîna tecîrata girankirî.”