Li Wanê 4 kesên di greva birçîbûnê de ne hatin binçavkirin

  • 10:30 9 Gulan 2019
  • Rojane
WAN - Polîsan bi ser çalakgerên greva birçîbûnê yên dorveger ên li avahiya HDP’ê ya Wanê de girt û 4 kes binçav kir. 
 
Ji bo piştevaniya çalakgerên li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê welatiyan dorveger greva birçîbûnê didomînin. Polîsan serê sibê bi ser avahiya HDP’ê de girtin û Miyaser Aslan, Berfîn Aslan, Zozan Bor û Oktay Narînçitan binçav kirin. 
 
Binçavkiriyan birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.