'Wê ev berxwedan faşîzmê hilweşîne'

  • 10:14 9 Gulan 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Ji 16'ê Kanûna 2018'an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) çalakiyên gireva birçîbûnê yên bi dem û dorveger didomin û îro koma 49' an çalaki dewir girt. Çalakgerên greva birçîbûnê gotin:"Heta tecirîd bi dawî nebe wê berxwedana me berdewam bike."
 
Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi pêşengtiya Parlamentera Colamêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven çalakiyên gireva birçîbûnê hatibûn destpêkirin her roja ku derbas dibe piştgirî zêdetir dibe. Ji 16'ê Kanûna 2018' an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiyên gireva biçîbûnê yên bi dem û dorveger didomin. Îro berî koma 49'an çalakiyê dewir bigirin ji bo têkoşerên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê çalakvan koma 48'emîn Sabirye Îşlek  axivî û got:" Li ser navê koma 48'an ez dibêjim  ku heta faşîzm neqede Rêber Apo azad nebe dê ev têkoşîn bidome. Hevdîtina parêzeran a bi Rêber Apo re me kêfxweş kir lê tecrîd hîn bi dawî nebûye. Pêwîst e ku dewlet gavên hîn berbiçav biavêje û vê tecirîdê bi dawî bike û wê ji bo dewletê jî baş be ku gavek weha bavêje."
 
'Wê ev berxwedan faşîzmê hilweşîne'
 
Sabirye di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:"Bi taybet ez bang li ew kesên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzim dikim, bila çavê xwe vekin û pembo ji guhê xwe derbixinin em wan vedixwînin ku erka xwe bi cih bînin. Berî çend roja 15 heval dest bi rojaya mirinê kirbûn û 7 hezar girtî di çalakiyên gireva biçîbûnê yên bêdem dornevegerde ne. Ji bo azadiya Rêbertî û civakê bedana xwe dane ber mirinê. Em jî wek gelê wargehê piştgiriya xwe ji bo wan didin diyarkirin heta ku ev tecirîd bi dawî nebe em li kêleka wan e em ê bi hev re vê berxwedanê bidomînin heta ku em Rêberê xwe azad dikin."
 
'Sonda me ye em ê Rêberê xwe azad bikin'
 
Sabriye di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Pêwist e her kes rabe ser piya ji bo tecirîd bi dawi bibe û faşîzim hilweşe. Bi taybet ez bang li dewletên navneteweyî dikim ku piştgirî nedin dewleta tirk ji ber dawiya dewleta tirk hatiye temenê wê kêm maye. Ji ber niha gelê kurd di berxwedanek mezin de ye wê ev berxwedan bi ser keve. Sonda me ev e heta ku em tecirîdê bi dawî nekin em ranawestin."
 
Di dawiyê de çalakvanan bi dirûşmên  "Bijî berxwedana zindanan", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.