Çalakiya dayikan hat astengkirin: Îro nebe sibehê, em ê dev jê bernedin
- 09:50 9 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Dayikên girtiyan ên ku ji bo balê bikşînin ser çalakiyên grevên birçîbûnê, xwestin li Sûrên Amedê çalakiyê pêk bînin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Dayikan gotin:" Îro nebe sibehê, em ê dev jê bernedin."
Dayikên girtiyan ên ku ji bo balê bikşînin ser çalakiyên grevên birçîbûnê, yên ji bo rakirina tecrîdê, xwestin li Sûrên Amedê derkevin ser birca bizinê. Dayikên ku xwestin derkevin ser birca bizinê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosun jî beşdarî çalakiya dayikan bû. Polîsan rê ji trafîkê girtin û gotin derketina ser bircan qedexe ye.
Xizmên girtiyan piştre xwestin qedexeye şermezar bikin û çalakiya rûniştinê pêk bînin lê ev yek jî ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Dayik qasekê sekinîn û belav bûn.
'Ew ê têk biçin'
Dayikên ku bertek nîşanî astengkirina polîsan dan gotin:"Ji bo zarokên me bijîn em her roj derdikevin kuçeyan. Îro nebe sibehê, em ê dev jê bernedin. Ew ê têk biçin. Bila daxwazên zarokên me bên qebûlkirin. Zarokên me her roj dihelin."