Dayikan qet hêviya xwe winda nekir û bûn pêşengên civakê

  • 09:34 9 Gulan 2019
  • Rojane
Leyla Ayaz 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Her roj dayikek parçeyekî xwe di nava şer de winda dike. Hêviya dayikan ji bo vegera zarokên wan her tim zindî ye. Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û Dayikên Girtiyan 40 sal in bi lacikên spî li pêy heqîqetê di nava têkoşînê de ne û bûn pêşengên civakê. 
 
Her rojên taybet ku tên pêşwazîkirin tenê xizmetê ji sektora bazariyê û danustandine re dikin û wateya  van rojên taybet bi pergala kapîtalizmê tên valakirin. Heke li ser erdnegariyekê şer hebe, mirov nikare qala Roja Dayikan bike. Ji ber ku li vir jiyan ne asayî ye. Civakên ku li ser erdnegariya ku şer lê heyî dijîn, her tim bi şîdet, îstîsmar, qetilkirin, girtin û bincavkirinê re rû bi rû diminin. Her roj dayikek parçeyeke xwe di nava şer de winda dike. Dema parçeyek ji wê kêm be ne ev roj hemû rojên taybet ji bo wê bê wate dibin.
 
Dayikên kurd ên dil şewat û dil şikestî 40 sal in di nav şer de dijîn. Xaniyên wan, gundê wan û bajarên wan hatin şewitandin û hatin valakirin. Ji neçarî bûn koçberên metrepolan. Li metropalan ji şerê qirêj li pêy wan bû. Dayikan zarokên xwe di binçavan de, di girtîgehan de û li kolanan winda kirin. Heta roja îro bi hezaran dayik aqûbeta zorakên xwe nizanin. Lê hêviya dayikan ji bo vegera zarokên wan her tim zindî ye. Xaniyên xwe û boyaxên xaniyên xwe neguherandin bi hêviya ku dibe rojeke zarokên wan bên...
 
Dayik bûn pêşengên civakê
 
Herî zêde yên aştî, demokrasî, edalet û azadiyê diparêzin dayik in. Dayikên kurd lêgerîna xwe ya jiyana azad ya bi zarokên re hertim berdewam kirin. Ji bo heqîqet derkeve holê, şer raweste, kujer bên darizandin û adelat pêk bê li qadan hertim çalak bûn. Li cîhanê têkoşîna Dayikên Plaza de Mayo û Dayikên Arpillerasê tên nasîn. Her têkoşîneke mîrateyek û tecrûbeyekê ji pêşerojê re dihêle. Li Tirkiyê û Kurdistanê jî Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, Dayikên Girtiyan di şertên herî zehmet de bûn pêşengên civakê. 
 
Dayikên Girtiyan ên lacik spî 
 
Di van rojên dawiyê de herî zêde dayikên girtiyan li pêş bûn. Dayikên girtiyan, dema zarokên wan tên sirgunkirin ew jî bi zarokên xwe re tên sirgunkirin. Dayikên girtiyan eş û xemên xwe di dilê xwe de vedişerin û berê xwe didin girtîgehan. 
 
Bi taybetî îsal ji bo dayikên girtiyan saleke dijwar bû. Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî ku Hevseroka Kongeraya Civaka Demokratîk  (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven di 8'ê Mijdara 2018'an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir di 16’ê Kanûnê de  li girtîgehan greva birçîbûnê hat destpêkirin. Di 1’ê Adarê de jî ev grev li hemû girtîgehan belav bû û bi hezaran girtiyan dest bi grevê kirin. Di 30’ê Nîsanê de jî çalakî gihaşt asta herî jor û 15 girtiyan dest bi rojiya mirinê kirin. Li Hewlêr, Strasburg, Galler, Mexmûr û Torontoyê jî bi sedan kes tevlî çalakiya birçîbûnê bûn. Her wiha 7 girtiyan jî li dijî tecrîdê çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Dayikên girtiyan, ji bo daxwazên zarokên xwe bi taybetî, li Parka Koşuyolu ya Baglara Amedê, li ber Girtîgeha Gebzeyê, li ber Girtîgeha Bakirkoyê di nav berxwedanê de bûn. Her çend ku li ser dayikan êrîşên tund ên dewletê pêk hatin jî dayik her roj li van qadan kom bûn û li ber xwe dan. Her wiha li Wanê, Pirsûsê, Wêranşarê, Êlîhê, Mêrdînê ji dayikan çalakiyên bê hempa li dar xistin. Dayikên girtiyan di çalakiyên xwe de li dijî bêdengiyê bertek nîşan dan û gotinên wan ên herî girîng jî “Kesên ku şîdeta li hemberî dayikan temaşe dikin, dê sibêhê çawa li çavên zarokên xwe binêrin?" bû.  Di 1’ê Gulanê de bi hezaran dayikên girtiyan bi lacikên xwe yên spî daketin qadan, lê dewletê tehemûlê lacikên spî jî nekir û lacikên spî qedexe kir û vê jî wekî rûreşiyeke din a dewletê cihê xwe girt. 
 
Dayikên Şemiyê ji bo lêgerîna edaletê bûn sembol
 
Çîroka Dayikên Şemiyê li Tirkiye di salên 1990’an de piştî bi hezaran welatiyên kurd ji aliyê JÎTEM, cerdevan, leşker û polîsan ve di bin çavan de hatin windakirin dest pê dike. Li gorî daneyên ÎHD’ê di salên 1994 û 1995’an de herî zêde mirov hatine windakirin. Li herêmên OHAL’ê û li bajarên Edirne, Enqere, Îzmîrê û her wiha her çar aliyên Tirkiye mirov hatin windakirin. Mirovên ku hatin revandin bi îşkenceyê hatin kuştin, di kazanên kaloriferan de hatin şewitandin û avêtin birên asitê û şewitandin.
 
Dayikên Şemiyê di sala 1995’an de bi armanca bala rayedarên dewletê û medyayê bikişînin û bêdengiyê rexne bikin li Qada Galatasarayê ya Taksimê dest bi çalakiyên Şemiyê kirin. Dayikên bi şopa zarokên xwe ketin, bi îşkence û lêdanê re rû bi rû man. Hatin binçavkirin û girtin. Bi erdê re hatin kaşkirin. Tevî hemû lêgerîna dayikan hiqûq bê encam ma. Serlêdan bê bersîv man. Di serlêdanên li dozgeriyê de bersîvên ‘Polîsên tirk îşkenceyê nakin, kesî winda nakin’ hatin dayîn û dosya girtin. Bi sedan mirov dihatin windakirin lê medya bêdeng bû. Dayikên Şemiyê 23 salan li Qada Galatasarayê kom bûn û aqûbeta windayan pirsin û xwestin kujer bên darizandin. Di çalakiya 700’î de Qada Galatasarayê ji Dayikên Şemiyê re hat qedexekirin. Her heftê dayik berê xwe didin qadê lê ji hêla polîsan ve tên astengkirin. Lê dayikan dîsa lêgerîna xwe ya edaletê domandin û her hefteyê li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Kom dibin. Hewldana Dayikên Şemiyê bi salane di rojevê de ne. 
 
Berxwedana Dayikên Aştiyê ya bê navber...
 
Di nav têkoşîna azadiyê de rol û mîsyona Dayikên Aştiyê jî girîng e. Bi taybetî di salên 2000’an de lêgerîna xwe ya aştiyê bi rêxistinkirî dan destpêkirin. Di serî de dayikan di bin banê Însiyatîfê de xwe bi rêxistin kirin. Însiyatîf ji 15 dayikan pêk dihat. Hewldana wan a yekem û deng dayî di sala 2000’an de bi serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesût Berzanî û serokê Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) Celal Talabanî re hevdîtin pêk anîn û laçikên spî diyarî wan kirin. Çalakiya din a di sala 2004’an de li dijî operasyonên leşkerî koma ‘Mertalên Zîndî’ ava kirin û berê xwe dan çiyayê Kotoyê yê Colemêrgê. Piştî vegerê 3 dayik hatin binçavkirin. Her wiha di sala 2004'an de ji berê xwe dan Enqereyê û partiyên siyasî re hevdîtin pêk anîn. Însiyatîfa Dayikên Aştiyê di sala 2004’an de li Wan, Colemêrg, Sêrt, Êlih, Amed, Stenbol û Rihayê xwe bi rêxistin kir û bi tevahî 70 dayikan xwestin bi Serfermandarê Giştî re hevdîtinê pêk bînin. Lê hevdîtina dayikan hat redkirin. Di sala 2006’an de li Parka Koşuyoluyê ya Amedê însiyatîfê xwest çalakiya xelekê pêk bînin û di çalakiyê de 30 dayik hatin binçavkirin.
 
Dayikan xebatên xwe anîn asta herî jor û di sala 2009’an li şûna însiyatîfê li Amed, Stenbol, Wan, Colemêrg, Îzmîr, Êlih, Sêrtê Komeleya Dayîkên Aştiyê ava kirin. Dayik bê navber heta îro ji bo aştî û azadiyê her tim li kolan, bajar û li welatan di nava têkoşîn û berxwedanê de bûn. Daxwaza sereke ya dayikan di nav aramiyê de çareseriya pirsgirêka kurd bû. Dayikên Aştiyê ne tenê ji bo zarokên xwe ji bo hemû zarokan xwe kirin metal. Ji bo zarok di şer de jiyana xwe ji dest nedin her bang li dayikên tirk dihat kirin. Bi taybetî li Kurdistanê berxwedana Dayikên Aştiyê tu carî nayê ji bîrkirin.
 
Dayikên Plaza de Mayo yên ji dayikên din re bûn mînak
 
Dayikên Palaza de Mayo yên bi hewldana xwe li cîhanê bûn mînak û gelek dayikan ji wan sûd girt. Tecrûbeyên wan dayikan di jiyana xwe de pratîze kirin. Di navbera salên 1976-1982'yan de generalê ku bi derbeyê rêveberiya Arjantînê girtibû bi  destên xwe bi deh hezaran kes girtin bin çavan. Li gorî agahiyan 30 hezar kes di vê serdemê de hatin windakirin. Dayikên Arjantînî ji bo dîtina xizmên xwe yên winda bi salan li "Plaza del Mayo" ya paytexta Arjantînê çalakî li dar xistin. Dayikan yekem car di sala 1977'an de li wê qadê çalakiya xwe li dar xist. Her ku çû hejmara wan zêde bû, lê di heman demê de bi zordariyên hikûmetê re jî rû bi rû man. Lê qet dev ji çalakiyên xwe bernedan. Van dayikên berxwedêr ku qet dest ji têkoşîna xwe bernedan yek jê jî Nora Moraleş Cortînas bû ku ji bo piştevaniyê hat serdana Leyla Guven, piştevaniya xwe pê re ragihand û di nava Înîsiyatîfa bila Leyla Bijî de Cih girt. Nora ya têkoşer ku lawê wê li Arjantînê hat windakirin wêneyê wî hîna di sutiyê wê de bû, bi serbilindî nîşanî her kesî dida. 
 
Li dijî Pinochetê berxwedana Dayikên Arpillerasê 
 
Li Şîliyê jî piştî darbeya sala 1973’an bi hezaran kes hatin girtin û hatin kuştin. Li dijî dîktatoriya Pinochetê cara yekem malbatên windayan bertek nîşan dan. Dayikên Windayan li Dêra Katolîkê parçeyên paçikên kîsan (arpilleras) dirêstin û bi vê çalakiya xwe  bal kişandin ser zilma dîktator Pinochet ya salên 1973-1990’an.  Bi rêstina paçikan dayik bûn sembola protestoyê. Ev dayikên têkoşer bi navê Dayikên Arpilleras tên naskirin. Têkoşîna ku bi 20 dayikan dest pê kir û gihaşt bi sedan dayikan. Polîsan li hemberî berxwedan û çalakiya dayikan tûnd êrîş dikir. Dayik ji bo windayên wan bên ditin her tim çalakiya birçîbûnê li dar dixistin û cara yekem di sala 1984’an de li Dadgeha Makeqanûnê pankart vekirin. Ji ber êrîşa polîsan gelek dayik bi giranî birîndan bûn. Berxwedana dayikan ji bo hemû dayikên li cîhanê bû mînak.