Daxwaza du xwişkên di greva birçîbûnê de: Divê tecrîd rabe

  • 09:14 9 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Xwişkên hev Şehrîban Çoban 84 roj Zana Çoban jî 70 roje li girtîgehên cuda çalakiyên xwe didomînin. Herdu xwişkan gotin divê berxwedan bê mezinkirin û wiha bang kirin: “Em bi biryar in, em şûnde gavê navêjin. Hûn jî li derve dayikan tenê nehêlin.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, da destpêkirin, di roja 183’emîn de ye. Bi heman daxwazê li girtîgehên cuda koma ewil dest bi grevê kirin jî di roja 145’an de ne. Her wiha di 1’ê Adarê de li hemû girtîgehan çalakî hat destpêkirin û 7 hezar girtî tevlî grevê bûn û di 30’ê Nîsanê de jî 15 kesî dest bi rojiya mirinê kirin. Şehrîban Çoban û Zana Çoban jî ku xwişkên hev in, bi heman daxwazê ew jî di grevê de ne.
 
‘Em bawer dikin ku em ê bi ser kevin’
 
Şehrîban di 2016’an de li Wanê bi îdiaya ‘endama rêxistinê ye’ hat girtin û niha 26 salî ye. Şehrîban ji girtîgeha Wanê surgunê Şakranê ji wir jî surgunê Tarsusê bû û herî dawî şandin Îzmîrê. Şehrîban di 15’ê Sibatê de tevlî çalakiyê bû û di roja 84’an de ye. Şehrîbanê balkişand ser binpêkirinên mafan ên pêvajoya çalakiyê û wiha got: "Em bawer in wê çalakiya me bi ser keve. Moralê me baş e. Em di greva xwe de bi biryar in. Heta em encamê negirin wê çalakiya me bidome. Rewşa hevalên me yên koma ewil ne baş e. Rewşa kesên di koma duyem sêyem de baştir e. Hevalek me 18 kîlo daye. Lê moralê me bi rastî baş e. Rojnameyan nadin me. Pirtûkan nadin. Hevala Rahşan di hucreyê de tê girtin. Ev 130 roje di grevê de ye. Pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê dijî. Refakata wê tune ye. Di hucreyê de hatiye tecrîdkirin. Bila gelê me meraq neke. Bila ji bo mezinkirin a têkoşînê berxwe bidin."
 
‘Divê dayik tenê neyên hiştin’
 
Çalakiyên tên kirin têr nake. Tenê bi dayikan pêvajo nikare bimeşe. Bêguman pêşengên pêvajoyê dayik in, divê tenê neyên hiştin. Divê her kes peywira xwe bike. Heta tecrîd ranebe em şûnde gavê navêjin. Ev daxwazek mafdar e. Bêdengî wê mirinê bîne. Wê berxwedana me bi ser keve. Em bi vê bawer in.”
 
‘Heta tecrîd ranebe em berxwe didin’
 
Zana Çoban jî di 2016’an de dema 16 salî bû hat girtin û birin Muşê. Zana li wir salekê girtî dimîne piştre surgunê girtîgeha Gebzeyê dikin. Zana niha 24 saliye û ji 1’ê Adarê de di grevê de ye. Zan adi hevdîtina bi malbata xwe re diyar kir ku ew dayikan silav dike û got divê deng bidin çalakiya wan û wiha got: “Em heta tecrîd berdewam bike, têdikoşin. Hevalên me yên pirsgirêkên tenduristiyê dijîn hene. Moralê me baş e. Divê gelê me Leyla Guven tenê nehêle. Divê hikûmet demildest daxwazan li ber çavan bigire û tecrîdê bi dawî be.”
 
Li aliyê din xwişka wan Şîrîn Çoban jî helbestek ji bo xwişkên xwe û hemû girtiyan di çapemeniya civakî de parve kir û daxwaz kir ku divê xwedî li daxwazên girtiyan bê derketin.”