‘Ger çareserî tê xwestin divê bi muxataban re hevdîtin bê kirin’

  • 09:12 9 Gulan 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Satiye Ok a SKM’î çalakiyên rojiya mirin û grevên birçîbûnê yên sala 1996 û 2000’î bibîr xist û da zanîn ku di vê pêvajoyê de divê zêdetir deng bê derxistin û ev bang li dewletê kir: “Dewlet qebûl bike jî neke jî gelê Kurd Abdullah Ocalan wek Rêber dibîne. Ji bo mirin bidawî bin, şer bi dawî be divê bi muxatabên esas re hevdîtin bê kirin.”
 
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ji bo piştgiriyê bidin girtiyên ji bo rakirin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe, ketin grevê, bi şîara ‘Dawî li tecrîdê bînin deng bidin Leylayê’ greva birçîbûnê ya 3 rojan da destpêkirin. Çalakî piştî Stenbol û Enqereyê şûnde niha jî li Îzmîrê didome. Di pêvajoya 3 rojên çalakiyê de ji bo hestiyariya civkî bê afirandin wê biçin serdana rêxistinên girseyî yên demokratîk û partiyên siyasî. Her wiha çalakî wê bi banga ji bo rayagiştî bidawî be.
 
Endama Lijneya Rêveber a Navendî (LRN) ya Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Satiye Ok, diyar kir ku heta tecrîd neyê şikandin û girtî azad nebin wê deng bidin dengê girtiyan. Satiyeyê di berdewamiyê de da zanîn ku ew jî wek xizma girtî daxwaz dike ku hiqûqa dewletê pêk bê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo girtî rastî pêkanînên mirovane bên divê her kes têbikoşe. Hemû civak di bin tecrîdê de ye. Hewl didin jinan bikin nav çar dîwaran. Bi KHK’an ewlehiya karê kedkaran jê tê girtin. Hewl didin kolanan bigirin. Malbat li ber girtîgehan rastî şîdetê tên. Divê muxalefeta civakê deng bide vê zext û zordariyê. Ji bo Leyla bijî divê hişê civakê nû bibe. Di 1996 û 2000’î de xwedîderketin bihata kirin wê tabut nehatibana. Em banga têkoşîneke demokratîk a giştî dikin.”
 
‘Dewletê maseya diyalogê têk bir’
 
Satiyeyê destnîşan kir ku bi dema ku bi navê ‘pêvajoya çareseriyê’ dihat binavkirin re Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû navnîşana muxalefeta civakî û di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de desthilatdariyê winda kiriye, piştî vê dîsa dest bi polîtîkayên şer hatiye kirin, polîtîkayên tecrîdê hatine pêşxistin.
 
Satiyeyê her wiha daxuyakirin ku grevên birçîbûnê jî ji ber sedema ku riyên diyalogê hatine girtin destpê kirine û wiha dawî lê anî: “Beşek mezin a 7 hezar kesî nêzî mirinê bûne. Gelo wê gelê me di nava piştevaniyek çawa de be. Ji bo dayik li ber girtîgehan neyên çopkirin wê piştevaniyek çawa çêbe. Dewlet qebûl bike jî neke jî Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd Rêber e.”