‘Dojehê bi me didin jiyîn’

  • 09:10 9 Gulan 2019
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Roja dayikan nêz dibe û dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de ji ber girtîgehan venaqetin û wiha dibêjin: “ Diyariya herî mezin ji bo me rakirina tecrîdê ye. Bidawîbûna grevên birçîbûnê ye. Yên dibêjin ‘bihuşt di bin lingê dayikan de ye’ dojehê bi me didin jiyîn.”
 
Beriya Roja Dayikan a roja yekşemê wê bê pîrozkirin, dayikên Kurd dîsa ji bo zarokên xwe li ber girtîgehan e. Grêvên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîdê hatine destpêkirin didomin û dayikên girtiyan jî li ber girtîgehan li dijî êrîşan berxwe didin.
 
‘Em Roja dayikan pîroz nakin’
 
Dayika girtiya bi navê Suheyla Taş a li Girtîgeha Sîncanê ji 26’ê Kanûnê de di greva birçîbûnê de ye, Nezahat Taş diyar kir ku îsal Roja Dayikan xemgîn wê derbas bike û wiha got: “Keça min ev du sale di girtîgehê de ye û du Rojên Dayikan e ligel min nîne. 7 hezar zarokên me di grevê de ne. Em daxwazin Roja Dayikan pîroz bikin. Zarokên me roj bi roj dihelin. Dema dilê me evqas bi êş be, bêguman Roja Dayikan jî ji bo me bê wate ye. Îro hemû dayik li ber girtîgehan ji bo zarokên xwe têdikoşin.”
 
‘Diyariya herî mezin rakirina tecrîdê ye’
 
Nezahatê destnîşan kir ku sala borî Roja Dayikan de keça xwe dîtiye û wiha pê de çû: “Em li girtîgehê bûn, qe nebû saxlem bû. Niha canê wan hêdî hêdî dihele. Tenduristiya wan xera dibe. Suheyla çiqas bikene jî dilê min ji bo wan digirî. Li ber çavên me dihelin. Dewletê hîna pêngav navêtiye. Divê demildest pêngav bê avêtin. Diyariya herî mezin ji bo me ev e ku grev bi dawî bibin. Di 12’ê Gulanê de tiştê ku rûyê me bikenîne, bidawîbûna grevan e.”
 
‘Zarokên me dimirin, bila kes ji me bêdengiyê nepê’
 
Dayika Aştiyê Munîbe Koç ku birayê wê ji 1’ê Adarê de di grevê de ye jî wiha got: “Girtîgeh ji bo gelê Kurd hatine avakirin. Ji salên 80’ê şûnde zindan ji bo Kurdan hatine avakirin û rojekê vala nemane. Bavê min ketê, birayê min ketê. Niha birayê min yê biçûk ketiye grevê. Li vî welatî nirxa dayikan tune ye. Zarokên me dimirin û ji ber vê jî bila kes ji me bêdengiyê nepê.”
 
‘Dojehê bi me didin jiyîn’
 
Munîbeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku bi salane wê li mala xwe cejn û roja Dayikan pîroz nekiriye û ev tişt bi lêv kir: “Zarokên me her roj dimirin. Em her tim diçin girtîgehan. Ji ber vê wateya Roja Dayikan namîne. Em dixwazin zarokên xwe hembêz bikin. Serokomar dibêje ‘bihuşt di bin lingê dayikan de ye’. Lê em en bihuştê em dojehê dijîn. Em îşkenceya li dayikan dibînin. Madem dewlet nirxê dide dayikan, divê demildest pêngavê bavêje. Divê hemû kes piştgiriyê bidin dayikan.”