Rabîa Ataş a ku hat derpkirin: Em ê li her qadê, di nav serhildanê de bin
- 09:06 9 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Şîvekar Ataş a girtî di 1’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kir. Dayika Şîvekar, Rabîa Ataş, ji bo grevê xwest çalakiya rûniştinê pêk bîne lê bi êrîşa polîsan re rû bi rû ma û milê wê hat şikandin. Rabîa, got dê li her qadê, di nav serhildanê de bin.
Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven 183 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Her wiha di 1’ê Adarê de hemû girtiyan dest bi grevê kirin. Di 30’ê Nîsanê jî 15 girtiyî dest bi rojiya mirinê kirin. Bi wê re xizmên girtiyan jî li qadan dest bi çalakiyan kirin. Li Parka Koşûyolu ya Navçeya Rezan a Amedê dayikên girtiyan ji bo zarokên xwe xwestin çalakiya rûniştinê pêk bînin. Lê çalakiya dayikan her tim ji hêla polîsan ve bi tundî hat astengkirin. Dayik hatin derpkirin, li erdê hatin kaşkirin û hatin binçavkirin. Yek ji wan dayikan Rabîa Ataş e.
Şîvekar Ataş beriya 3 salan di 20 saliya xwe de hat binçavkirin, piştî ku 15 sal ceza lê hat birîn wê sirgunê Girtîgeha Bakirkoyê kirin. Şîvekar Ataş di bin çavan de bi şîdeta polîsan re rû bi rû ma û wê rakirin nexweşxaneyê. Tenduristiya Şivekarê ji ber îşkence û cezayên hucreyê her ku çû xirabtir bû. Şîvekar di 1’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.
‘Milê min şikandin’
Dayika Şîvekar Ataş, Rabîa Ataş jî tevî dayikan ji bo balê bikişînin li ser grevên birçîbûnê daketin qadan. Rabia tevî 4 hevalên xwe li Parka Koşûyoluyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Bi sedan polîs ew dorpêç kirin, wan bi erdê re kaş kirin, darp kirin, heqaret li wan kirin. Bi qasî 3 saetan di maşîneyan de wan li kolanan gerandin. Di dema xistina maşîneyê de polîsên jin milê Rabia Ataş dişkîne. Dayika Rabîa di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya rûniştinê û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Em jî weke tevî welatiyan li Parkê rûniştîbûn, bi şeklek hovane me derp kirin, dema ku bi zorê me birin min got milê min êşiya, polîs jî digot “destê wan bişkînin.” Wijdana wan ewqas e.”
‘Zarokên me rûmeta me ye’
Rabîa diyar kir ku li hemberî êrîşa polîsan meşa dayikan dîsa jî dom kir û wiha axivî: “Li gel êrîşa polîsan, me berxwe da. Bi dehan polîs nedikarî me ji erdê rakin. Bi sedan polîs nikarin dirûşmên me asteng bikin. Li gel êrîşa dijwar a polîsan me dirûşma “Bijî berxwedana zindanan, zarokên me rûmeta me ne” berz kirin. Bi êrîşa polîsan 3 dayik birîndar bûn. Her wiha di maşîneyê polîsan de jî polîsên jin bi bîdona avê êrîş bir ser dayika Xeyriya Yildirim. Ji ber ku destê me êdî nedigirt, me nikaribû xwe û Dayika Xeyriya biparasta.”
‘Dayika te li malê hatiye derpkirin’
Rabîa piştî binçavkirinê serbest hat berdan û berê xwe dan nexweşxaneyê û wiha bi lêv kir: “Dema ku em hatin berdan, ji bo rapor girtinê em çûn nexweşxaneyê. Dema ez di nexweşxaneyê de bûm ji zarokê min re gotibûn dayika we di malê de hatiye derpkirin xebera wê pê heye? Zaroka min ya ku 16 salî ye got erê xebera me pê heye bi sedan polîs êrîşî dayika min kirine. Piştre ji hejmara telefona min xwestine.”
‘Ev şer ne yê me tenê ye’
Dayika Şîvekar Ataş, Rabîa di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana dayikan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo zarokên me bijîn û tecrît bi dawî bibe em ê li her qadê, di nav serhildanê de bin. Ez dayik im û ji bo hemû girtiyan jî ez ê her tim di nav hewldanê de bim. Li vî welatî ji bo me aştî û aramî tune ye. Em tenê piştgiriya aştiyê dikin. Wijdanê vî gelî çima bêdeng dimîne. Bila rabin em bi hev re serî rakin, ev şer ne yê me tenê ye û ji bo azadiya her kesî ye.”