Dêra Hezretî Febronia sembola têkoşîn û îradeya jinê ya li hember tundiyê ye

  • 09:04 9 Gulan 2019
  • Rojane
Roj Hozan-Şêrîn Zêrevan
 
QAMIŞLO - Dêra Hezretî Febronia Nisêbîn yek ji cihên şaristaniya gelê mesîhî ye, stargeha ku tevahî jinan himbêz dike, cihê hêzgirtin, bawerî û bi îradeya jinê li hember tûndiyê ye  û sembola tekoşîna jinê ye.
 
Wekî ku tê zanîn li cîhanê her mirovek xwedî bawerîyeke cuda ye. Her çiqas cureyên baweriyê ji hev tên guhertin jî, hêz û îradeya jinê her li  pêş e. Dêra Hezretî Febronia Nisêbîn yek ji cihên ku bi taybet jin serdana wê dikeye. Li gundê Hîmo yê Rojavayê Kantona Qamişlo ye. Wateya rast a danasîna vê dêrê gora jina pîroz Febronia ye û li kêleka wê jî dara heşîn a ku ji xwîna wê şîn daye dema rastî komkojiyê tê. 
   
Febronia  jineke dijbertiya zilim û koletiyê dikir
 
Hezretî Febronia ew keçeke ji Nisêbîna Bakurê Kurdistanê ye di sala 284 hatiye dinê. Di wê demê de ev bajar di bin hikmê Rûmîniyê de bû di vî bajarî  de bi taybet  gelê Xiristiyan rastî gelek komkojiyan hatin. Dema ku împarotoriya Rûminiyê Silînos hat li ser hikim asta komkojiyan mestir bû. Her roj gelê xiristiyan rastî işkenceyê dihatin, lê tevî ewqas astengiyan jî baweriya wan a bi ola wan winda nebû, helbet ev  yek jî dihêle ku kesayetên bi nirx derbikevin pêş dîsa bi pêşengtiya jin a ku koletiyê li ser civaka  xwe qebûl nake û tim di dijbertîya vî tiştî de ye ew jî jina pîroz Febronia bû.
 
Febronia jineke xwedî îrade û bandor bû 
 
Wekî ku çîrokvan dibêjin Febronia jineke bi temenê xwe biçûk bû  xwedî îrade û hêzeke mezin bû, tim ji bo mafê bindestan li himber deshilatdaran derdiket pêş. Ji bo wê jî xwedî bandorekê bû li ser civakê her kesî jê hez dikir û hurmet dida şexsê wê, li kêleka wê jî wekî rahîbekê ji bo oldarîya xwe tev digeriya û gel fêrî exlaq û wekhevî û hezkirinê dikir. Dema ku imparatorê Rûmîniyê Silînos bi şexsê vê jinê bihîst, xwest bi zorê wê bi xwe bide zewicandin. Mirov dibîne ku dîsa careke din pergala baviksalarî derdikeve pêşberî îradeya jinê lê her ev jin teslîm nebû.
 
Şûna jin tim bereket e 
 
Fibronia her cureyên zilim û zoriyê li ser destê imparatorê hakim Silînos dît, ji parçekirina beden û laş heta dawiyê bi awayekî hovane serê wê hat jêkirin û bi vî awayî di sala 304 jiyana xwe ji dest da. Dema ku xwîna vê jina pîroz herikî li şûna wê darek şîn bû bi hezar sala ne ev dar tim heşîn e, a din jî cureye vê şînkayiyê ji aliyê zanistvanên şînkayiyê nehatiye naskirin. Li kêleka vê darê jî gora jina pîroz Febronia heye, ev bi sala ne gelê Qamişloyê bi hemû netewên xwe berê xwe didin gora vê jina pîroz wekî bawerî bi ezemet û bereketa jinê her mirovek xwestekeke wî heye û bi paçên spî  li derdora şaxên vê dara heşîn girê didin û bi bawerî xwesteke xwe pêşkêş dikin.
 
Dêra Febronia sembola tekoşîna jin e
 
Dem hat guhertin lê hîn gora vê jina pîroz û dara heşîn a ku ji xwînê  bûye û rengîn bûye li cihê xwe ye. Loma jî wekî qedirdayîna vê jina pîroz  Dêra Şehîd Febronia hat avakirin. Dema ku mirovek nexweş be û nexweşiya wan li gel bijîşkan neyê dermankirin wisa nexweşiyên pir taybet be, jin berê xwe didin vê dêrê û ji Hezretî Febronia şefayê dixwazin û li ber gora wê dûa dikin, wisa bûye çandek ku her kes ji hêza  vê jinê  bawer be. Dêra Hezretî  Febronia wekî stargehekê ji tevahî jinan re ye û cihê hezkirin û hevgirtinê  ji tevahî olan û netewan re  ye, sembola tekoşîna jinê li hember koletîyê ye.