ROJEVA 9'Ê GULANA 2019'AN
- 09:00 9 Gulan 2019
- Rojev
*Dêra Hezretî Febronia Nisêbîn yek ji cihên şaristaniya gelê mesîhî ye, stargeha ku tevahî jinan himbêz dike, cihê hêzgirtin, bawerî û bi îradeya jinê li hember tûndiyê ye û sembola tekoşîna jinê ye. DÎMEN HEYE
*Şîvekar Ataş a girtî di 1’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kir. Dayika Şîvekar, Rabîa Ataş, ji bo grevê xwest çalakiya rûniştinê pêk bîne lê bi êrîşa polîsan re rû bi rû ma û milê wê hat şikandin. Rabîa, got dê li her qadê, di nav serhildanê de bin. DÎMEN HEYE
*Roja dayikan nêz dibe û dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de ji ber girtîgehan venaqetin û wiha dibêjin: “ Diyariya herî mezin ji bo me rakirina tecrîdê ye. Bidawîbûna grevên birçîbûnê ye. Yên dibêjin ‘bihuşt di bin lingê dayikan de ye’ dojehê bi me didin jiyîn.”
DÎMEN HEYE
*Îro 43 sale rojnameger û şoreşger Ulrîke Meînhof ji nav me koç kiriye. Ulrîke ku jiyana burjuva ya xwediyê wê bû di destê xwe şûnde kir, şertên herî giran ya jiyana îlegal a şoreşgeriyê tercîh kir. Ulrîke di 9’ê Gulana 1976’an de li hucreya wê daliqandî hat dîtin. Heta roja mirina wê li Girtîgeha Stammheîm di şertên tecrîdê de hat girtin.
*Xwişkên hev Şehrîban Çoban 84 roj Zana Çoban jî 70 roje li girtîgehên cuda çalakiyên xwe didomînin. Herdu xwişkan gotin divê berxwedan bê mezinkirin û wiha bang kirin: “Em bi biryar in, em şûnde gavê navêjin. Hûn jî li derve dayikan tenê nehêlin.”
*Satiye Ok a SKM’î çalakiyên rojiya mirin û grevên birçîbûnê yên sala 1996 û 2000’î bibîr xist û da zanîn ku di vê pêvajoyê de divê zêdetir deng bê derxistin û ev bang li dewletê kir: “Dewlet qebûl bike jî neke jî gelê Kurd Abdullah Ocalan wek Rêber dibîne. Ji bo mirin bidawî bin, şer bi dawî be divê bi muxatabên esas re hevdîtin bê kirin.”DÎMEN HEYE
*Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun diyar kir ku hevdîtina ku 8 sal şûnde parêzeran bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re kiriye, serkeftina çalakgerên di grevê de ye û dayikên bi rojane berxwe dide ye û wiha got: “Divê hikûmet biryarbûna girtiyan bibîne. Divê li gorî wê pêngavê bavêje. Divê civaka Tirkiyeyê jî piştgiriyê bide dayikan.”DÎMEN HEYE
* Ji aliyê şaredariya DBP’ê ve piştî hilbijartinên herêmî yên 2014’an şûnde ji bo pirsgirêka trafîkê ya bajar bê çareserkirin, projeya otoparka 3 katî hatibû destpêkirin. Lê piştî qeyûm hat proje hat sekinandin û qada otoparqe ev 4 salin bi awayekî kolandî hatiye hiştin.
DÎMEN HEYE
*Her roj dayikek parçeyekî xwe di nava şer de winda dike. Hêviya dayikan ji bo vegera zarokên wan her tim zindî ye. Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û Dayikên Girtiyan 40 sal in bi lacikên spî li pêy heqîqetê di nava têkoşînê de ne û bûn pêşengên civakê.