Ciwanên şoreşger ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê meşiyan
- 08:42 9 Gulan 2019
- Rojane
KOBANÊ- Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûriyeyê, bi armanca piştgiriya çalakvanên greva birçîbûnê gelê Katnona Kobanê meşek meşaleyan li dar xistin.
Bi tevlîbûna ciwanên kantona Kobanê, bi dirûşma "Tecrîdê bişkînin, faşizmê hilwşînin û Seroketî azad bikin", bi hilgirtina alên Tevgera Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger yê Sûriyeyê, Wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, meşa meşaleyan ji pêşjiya Parka Şehîd Fatma dest pê kir, û ber bi sînor ve meşiyan.
Di meşê de dirûşmeyên ' Bijî berxwdana Zindanan, Bijî berxwdana Leyla Guven, bimre dagirkerî', hatin berzkirin.
Li sînor agir hat vêxistin û dirûşm a "Bê sorok jiyan nabe" meş bi dawî bû.