Li Çewligê cerdevanekî hevjîn û zarokên xwe qetil kir

  • 16:22 8 Gulan 2019
  • Rojane
ÇEWLÎK - Li navçeya Kanîreş a Çewlikê cerdevanê bi navê Omer Dînler bi çeka xwe hevjîn û kurê xwe yê yek salî kuşt û 2 zarokên xwe jî birîndar kir. 
 
Li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Kanîreş a Çewlîkê cerdevanê bi navê Omer Dînler (30) bi hevjîna xwe Songul Dînler (24) re ket nîqaşê. Di berdewama nîqaşê de cerdevan Dînler hevjîna xwe Dînler û zarokên xwe Fatîh (3) Efekan (1) û Yûsûf Dînler (6) bi çeka xwe birîndar kir.
 
Piştî bûyerê birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kanîreşê. Li nexweşxaneyê li gel hemû mudaxaleyan jî Songul Dînler û Efekan Dînler nehatin rizgarkirin û jiyana xwe ji dest dan. Fatîh û Yûsûf Dînler jî piştî mudaxaleya destpêkê rakirin sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîkê hatin kirin. 
 
Piştî bûyerê cerdevan Dînler teslîmê polîsan bû.