Jinên Kantona Hesekê li hev civiyan û pêvajo nirxandin

  • 15:45 8 Gulan 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Li avahiya Kantona Hesekê rêveberên jin li hev civiyan û derbarê pêvajoyê de nîqaş kirin. 
 
Li avahiya kantona Hesekê ya taxa Til Hecer civînek giştî ji rêveberên jin yên di saziyên kantonê de cih digirin re hat lidarxistin. Rêveberên navend û navçeyên Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Til Temir, Hol, Şedadê, Til Bêder, Tiwêna, Sifeya, Til Tewîl û İm Şeqra jî di navê de hemû rêveberên saziyên kantona Hesekê, li gel Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demoqratîk Dîlber Yûsif tê de amade bûn. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Dîlber Yûsif di derbarê rewşa siyasî de nirxandin kir û got: “Her kesê dît ku bajarên me ji fikr û qirêjiya DAİŞ’ê rizgar bû, piştî vê serkeftinê gelek guhertin çêbûn. Niha em di pêvajoya ji nû ve avakirinê de ne. Ji bo wê jî rola girîng di ciwankariya avakirinê de dikeve ser milê me jinan. Hewce dike em jin du qatê demboriyê bixebitin û xwe bigihînin hemû jinan.”
 
Piştî nirxandinên siyasî civînê ji çapemeniyê re girtî domand.