Dayikên girtiyan ên Amedê: Divê bi lez tecrîd bi dawî bibe

  • 15:11 8 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Dayikên girtiyan ên li Amedê li gel astengî û dorpeça polîsan heta TUAY-DER'ê meşiyan. Dayikan diyar kir ku divê tecrîd bê bi dawîkirin. 
 
Dayikên girtiyên li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, ji bo bibin dengê zarokên xwe li Parka Koşuyolu ya Amedê çalakiya xwe dewam kirin. Dayikên ku li gel dorpeça polîsan berê xwe dan avahiya TUAY-DER'ê,  li vir daxuyanî dan. Di çalakiye de parlamenterên Partiya Demokratîk a (HDP) Salîha Aydenîz, Remziye Tosun û Hişyar Ozsoy û Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan jî tevli çalakiya dayikan bûn. 
 
Li ser navê dayikan Nezahat Teke axivî û wiha got: "Ger ku dayik di vê germahiya Rojiya Rezemanê de li ber vê germê rûdinên, divê her kes li vê yekê bifikire. Divê bipirsin ka ev dayik çi dixwazin. Dilê dayikan dişewite. Em jî naxwazin li vir li erdê rûnên. Lê dayikên ku zarokên wan di girtîgehê de di çalakiyê de wê çawa rûnên?" 
 
Nezahat, anî ziman ku piştî parêzeran bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî û şûnde heviya wan mezintir bû û wiha got: "Bi heviya heviyekê em yek deqeyê ji pêş televîzyonan ranabin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe û çalakgerên di grevê de dawî li çalakiyla xwe bînin divê bi lez tecrîd bi dawî bibe."
 
Dayik piştre bi dirûşmeyan belav bûn.