Dayik li cihê lê hatin astengkirin çalakiya rûniştinê pêk anîn

  • 14:38 8 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Dayikên xwestin li Parka Koşuyolu balê bikişînin ser grevên birçîbûnê li Durêyana Batikentê polîsan ew dorpêç kir. Li ser vê yekê dayikan li heman cihî çalakiya rûniştinê li dar xist. 
 
Li Amedê dayikên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne ji bo bibin dengê zarokên xwe çalakiya xwe îro jî dewam kirin. Dayik li gel Parlamentera HDP’ê Salîha Aydenîz û Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan meşiyan Parka Koşuyolu. Polîsan li Durêyana Batikentê dayik rawestand û dorpêç kirin. Li ser vê yekê çalakiya rûniştinê li dar xist. 
  
Polîsan dayik û zilaman ji hev veqetand û her komê cuda cuda dorpêç kir. Parlamentera HDP’ê Salîha Aydenîz wiha bertek nîşanî polîsan da: “Dixwazin gel asteng bikin û li gorî xwe araste bikin. Ancak wê ev gel tecrîdê rake û dê xwedî li girtîgehan derkeve.” 
  
Di kêliya dayik li durêyanê rûniştibûn welatiyên di wir de derbas dibûn bertek nîşanî polîsan dan û gotin: “Tecrîd ne li dijî hiqûqê ye gelo? Çima hûn tecrîdê ranakin?” 
  
Polîsan nehişt dayik biçin Parka Koşuyolu. Dayikan demek çalakiya xwe li Batikentê dewam kir û pişt re derbasî ber avahiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a li navçeya Rezanê. Dayikan li ber avahiya komeleyê daxuyanî da çapemeniyê. 
 
Polîsan, koma duyemîn jî ku xwest ji ber avahiya TUAY-DER’ê biçe Parka Koşuyolu çalakiya rûniştinê li dar bixe asteng kirin.