Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li serdozgeriyê dan

  • 14:25 8 Gulan 2019
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdulah ku piştî 8 salan yekem car di 2'ê Gulanê de li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin kirin, bi armanca dîsa biçin bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca biçim li Girtîgeha Tipa F a Ewlehiya wê bilind bi Rêberê PKK'ê Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Ji parêzerên Abdullah Ocalan Îbrahim Bîlmez, Serbay Koklu, Raziye Turgut û Rezan Sarica, ji bo bi muvekkilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzeran di serlêdanê ji bo sibê û roja înê daxwaza hevditinê kirin. 
 
Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta 2'ê Gulanê 810 caran serlêdan kirin û her carê bi hinceta “Muxalefeta hewayê heye" “Koster xera beye", "Koster di tamîrê de ye", “OHAL” heye û "Xala 5275'an" destûr nedan ku parêzer û malbat biçin hevdîtin bikin. 
 
Parêzer Nevroz Uysal û Rezan Sarıca, piştî 8 salan yekem car di 2'ê Gulanê de bi Ocalan re hevdîtinek kurt kirin.