Li Wanê çalakiya greva birçîbûnê koma 10’emîn dewr girt
- 14:07 8 Gulan 2019
- Rojane
WAN - Çalakiya Greva birçîbûnê ya Xizmên Girtiyên ku li dijî tecrîdê dan destpêkiirn koma 10'emîn dewer girt.
Li gel çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 182`emîn de berdewam dike, çalakiya girtiyan ku li dijî tecrîdê bi armanca piştevaniyê dan destpêkirin jî didome. Bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne û li gel vê 15 girtiyan jî dest bi çalakiya rojiya mirinê kiriye. Xizmên girtiyan jî ji bo balê bikişînin ser bêdengiya hikûmetê û vê bêdengiyê şermezar bikin greva birçîbûnê li avahiya HDP'ê ya Wanê bi awayê dorveger dane destpêkirin. Çalakiya ku hat destpêkirin ji aliyê koma 10`emîn ve hat dewergirtin.
‘Heta ku zarokên me digihîjin armanca xwe em ê li her deran tebikoşîn’
Fazîle Polat ya ku çalakî dewr dayî wiha axivî;” Em berxwedana ku ji aliyê brêz Leyla Guven ve hatiye destpêkirin û niha ji aliyê bi hezaran girtiyan didome slav û pîroz dikîn. Daxwaziya girtiyan pêwîstiya gelên Tirkiyeyê ye. Pêdivî pê heye ku hikûmet deng bide vî dengî û ji bo şikandina tecrîdê gavên girîng biavêje. Em wekî dayikên girtiyan em ê li her deran tebikoşîn û heta ku zarokên me digihîjin armanca xwe em ê li ber xwe bidîn. Em bang li herkesî dikîn ku piştevaniyê bidin vê berxwedana bi rûmet. Em niha çalakiya xwe dewr dikîn û serkeftinê ji koma 10’emîn re dixwazîn.”
Bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê koma 10’emîn ve hate dewrgirtin.