Li Qamişloyê meş hat lidarxistin

  • 14:02 8 Gulan 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi armanca şermezarkirina lêkirina dîwarê di navbera Şehba û Efrinê de, bi dirûşma "Em ê berxwedanê mezin bikin dîwara hilweşînin, Efrinê rizgar bikin" bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê meşiyan.
 
Bi pêşengtiya Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) gelê nvaçeya Tirbespiyê ya girêdayî bajarê Qamişloyê, bi hemû netewên xwe  sazî û dezgehên sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, bi meşekê lêkirina dîwarê li Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk şermezar kirin.
Di meşê de alên Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), wêneyên berxwedêrên  greva birçîbûnê hatin hildan. Meş ji  pêşiya navenda Kongreya Star dest pê kir û li Qada Azadîiyê veguherî mîtingê. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadîyê, li ser navê Kongreya Star Xaliya Eyûb axivî, Xaliyayê wiha got: "Dîsa careke din qirêjiya planên dewleta Tirkiyê li ser vîna gelê kurd  derdikeve holê. Bi lêkirina dîwarê parçekirinê, Tirkiyê dixwaze Efrin  bike parçeyek ji erda Tirkiyê û di nav de jî hêz û moralê gelê berxwedêr li Şehbayê bide çewisandin. Lê ev divê neyê qebûl kirin, di tu dewletan de ev yek nabe. Em îro dibînin her kes bê deng e, eger îro ne ji gelê kurd ba cîhan ne di aramiyê de bû ji terora DAIŞ'ê xelas nedibû. Em ê tebikoşin û Efrinê jî rizgar bikin. Em gelê azadîxwaz in xwedî rûmet in. Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin ev soza me ye."
 
Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê", bi dawî bû.