Xezal Yaşar serbest hat berdan
- 13:08 8 Gulan 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Xezal Yaşar a ku piştî dayîna daxuyaniya malbatên girtiyan hat binçavkirin, piştî îfade da dozgeriyê serbest hat berdan.
Piştî daxuyaniya malabtên Girtiyan a di pêşengiya Komelya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re (TUHAY - DER) ku li avahiya HDP'ê ya Menemena Îzmîrê hat dayîn dayika girtiyê bi navê Ozkan Yaşar ê ji 1'ê Adarê de li Girîgeha Şakaranê di grevê de ye Xezal Yaşar, hatibû binçavkirin . Xezali piştî vê sibehê li Dozgeriya Îzmîrê îfadeya wê hat girtin bi şertê kontrola edlî hat berdan.