Pervîn Bûldan li Almanayayê ye: Rojeva sereke tecrîd e
- 12:13 8 Gulan 2019
- Ramyarî
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û şandeya li gel wê li Almanyayê bi gelek partiyên siyasî hat gel hevdu û mijarên wekî grevên birçîbûnê, tecrîd û hilbijartinê girtin dest.
Bernameya Almanyayê ya Pervîn Bûldan, şandeya bi wê re û gelek partiyên siyasî yên Almayayê didome. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca, Nûnerên Almayayê Eyup Dogu, Faysal Sariyildiz, Leyla Îmret jî li gel Pervîn Bûldan beşdarî bernameyê bûn.
Pervînê û şandeya bi wê re do bi Seroka Partiya Demokrat a Civakî ya Almanyayê Andrea Nahles, bi Serokê Partiya Çep a Almanyayê Bernd Riexinger, bi Serokê Partiya Çep a Ewropayê Gregor Gysi, bi Alîgirê Giştî yê Yeşiller Cem Ozdemir, bi Berdevkê Ciwanan Max Lucks hat gel hevdu.
Dê Pervînê û şandeya bi wê re îro bi Wezîrê Dewleta Almanyayê Nils Annen bên gel hevdu. Piştî hevdîtinan dê Pervînê vegere Tirkiyeyê.