Lîsteya deynê ku qeyûm hiştiye
- 11:58 8 Gulan 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Piştî hilbijartinên herîmê Şaredariya Dêrikê ji qeyûm hat girtin û di şaredariyê de lêçûnên ku qeyûm di navbera 2018 û 2019’an de kiriye derket holê. Qeyûm ji bo lêçûna tawa goşt a 3 rojan 33 hezar û 351 TL xerc kiriye.
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de HDP’ê bi rêjeya dengekî mezin şaredarî bidest xist û hevşaredarên ku çûn ser peywira xwe ewil texrîbata ku hatiye kirin lêkolînkirin. Di encama lêkolîna bi rojan hat kirin de derket holê ku bi mîlyonan deyn heye û ev deyn kirin rapor û li şaredariyê hatin daliqandin.
Ji bo xwarina taweyê 33 hezar û 351 TL
Şaredarî 15 mîlyon TL ketiye bin deyn û lîsteya lêçûnan ya ji roja qeyûm hatiye ser peywirê hat derxistin. Şaredariyê di 3 salan de bi mîlyonan lêçûn kiriye û lêçûna herî zêde jî ji bo kirêkirin û xwarina bi navê tawa hatiye kirin. Di 14 mehan de bi giştî 33 mîlyon û 821 hezar û 392 lîra û 84 kuruş lêçûn hatiye kirin. Her wiha ya balkêş ev ku ji bo xwarina taweyê ya 3 rojan jî 33 hezar û 351 TL pere hatye xerckirin. 60 hezar TL ji bo boyaxa dîwarên emniyet3e, 342 hezar jî ji bo kirêkirina wesayîtan hatiye kirin. Dîsa qeyûm di 2019’an de ji bo carekê ji bo taştê û kunefe 19 hezar û 269 lîra û 36 kuruş pere daye.
Di 2018’an de bi giştî 25 mîlyon û 814 hezar û 173 lîra û 24 kuruş lêçûn hatiye kirin û yên balê dikşînin jî wihane:
*Ji Guzel Market 65 heb çêkirina tawa goşt: 2 hezar û 815 TL
*Di dîrokên cuda de kirêkirina wesayîtan: 342 hezar TL
*Çêkirina logo, nav û alan: 3 hezar û 100 lîra û 88 kuruş
*Di 12’ê Adara 2018’an de girtina tîma kahweyê ya du qutî: 11 hezar û 705 lîra û 20 kuruş
*Tîma banga bezê ya profesyonel: 18 hezar û 143 TL
*Boyaxkirina dîwarên emniyetê û çêkirina baxçeyê mala mamosteyan: 60 hezar û 867 TL
*Boyaxakirina logoya şardariyê ya li konteynirên çopê: 5 hezar û 769 lîra û 40 kuruş
*Di 20’ê Kanûna 2018’an de projeya Avahiya Şaredariya Dêrik û meydanê: Mîlyonek û 114 hezar û 220 lîra û 58 kuruş
*Di 11’ê îlona 2018’an de girtina kursiyekê: 990 TL
*Di 11’ê cotmeha 2018’an de girtina al û alavên kirtasiyê: 17 hezar û 911 lîra û 23 kuruş
Dîsa di 3 mehên ewil yên 2019’an de 7 mîlyon û 980 hezar û 219 lîra û 60 kuruş hatiye xerckirin. Ji van yên balê dikşînin:
*Lêçûna xwarina li salona taştê û kunefê ya Dêrikê: 19 hezar û 269 lîra û 36 kuruş
*Di 16’ê Çileyê 2019’an de girtina tawa goş a Guzel, din ava rojê de 3 caran: 16 hezar TL
*Girtina micir: 74 hezar û 913 lîra û 28 kuruş
*Ji bo xebatkarên maseyê yên Mêrdînê girtina çakêt: 3 hezar û 466 TL û 82 kuruş
*Tenê di 28’ê Adarê de tawa goşt ya 4 caran hatiye xwestin: 14 hezar û 536