Ji bo rojnameger Kîbriye Evren kampanyaya azadiyê hat destpêkirin

  • 11:23 8 Gulan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Star Morning a Îngilizî ji bo rojnameger Kîbriye Evren a ku li dijî tecrîdê 144 roj in di grevê de ne kampanyaya azadiyê da destpêkirin. 
 
Rojnameya Star Marnîng a Îngiliz ji bo rojnameger Kîbriye Evren a ku li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 144 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne kampanya da destpêkirin û azadiya Kibriyeyê xwestin. Lîjneya Weşanê ya Rojnameya Star Mornîng û Sendîkaya Rojnamegerên Navneteweyî daxuyaniyek da çapemeniyê. 
 
Di daxuyaniyê de wêneyê Kîbriyeyê hat hilgirtin û hat gotin ku ji bo xûşk û birayên xwe di piştewaniyê de nin. Banga piştgiriya kampanyayê hat kirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Duh danişîna nûçegîhana JINNEWS'ê Kîbriye Evren bû. Kîbriye 143 rojin li dijî tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan di grevê de ye. Ji bo Kîbriyeyê biryarek siyasî hat dayîn. Em bi vê biryarê bi fikar in. Em bang li partiyên siyasî, sendîka û rêxistinan dikin ku piştgiriyê bidin kamyanyaya ku ji bo azadiya Kîbriye Evren."
 
Di daxuyaniyê de qala taloqkirina doza Kîbriyeyê hat kirin û wiha hat gotin: "Doza Kibriyeyê teloqê 18'ê tirmehê hat kirin û ev tişt me dixe nav fikaran de. Em nikarin li hemberî rejima Erdogan bêdeng bibin. Rojnamegerî ne sûc e. Biryara Tirkiyeyê ya derbarê girtina Kîbriyeyê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê şermek e. Bêdengiya hikûmeta Îngilistanê jî tê wateya hevkariya Tirkiyeyê. Em demildest dixwazin ku Kîbriye Evren serbest bê bedan. Em dixwazin hemû rojnamegerên girtî azad bibin. Hûn dikarin bi nameyên xwe piştgiriyê bidin kamyanyaya me û hûn nameyên xwe dikarin ji Kîbriyeyê re bişînin."
 
Her wiha piştî banga Rojnameya Star a Marnîngê Sendîkaya Rojnamegerên Navneteweyî ji bo rojnameger Kîbriye Evren  kampanyayeke berfireh bide dest pê kirin.