Jinan li Dusseldorfê ji bo girtiyên di grevê de ne çalakî li dar xistin
- 09:21 8 Gulan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi armanca piştgiriya bi berxwedêrên greva birçîbûnê re çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de berxwedêr û dayikên berxwedêran hatin silavkirin.
Çalakiya bi pêşengiya Însiyatîfa Jinan a Nalîn Mûş hatî lidarxistin, li Heinrich-Heine-Platzê pêk hat. Jinên ji bo piştgiriya dayikên aştiyê li serê xwe laçikên spî girê da û bêdengiya welatên Ewropa û rayagiştî ya cîhanê protesto kirin. Di çalakiyê de bang li saziyên navneteweyî hat kirin ku peywira xwe bi cih bînin.
Jinan pankarta li ser, “Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê, bêdengiya we wê bibe sedema jiyana 7000 mirovan!” Di çalakiya ku gelek belavok hatî belavkirin de, bê navber dirûşmeyên, “Jin, Jiyan, Azadî!”, “Bijî hevkariya gelan” hatin berzkirin.
Çalakî bi banga piştgiriya berxwedêr û dayikan bi dawî bû.