‘Diyariya herî xweş a ji bo dayikan rakirina tecrîdê ye’

  • 09:10 8 Gulan 2019
  • Rojane
Hîkmet Tunç
 
WAN - Dayikên girtiyan ên li Wanê, diyar kirin ku di Roja Dayikan de diyariya herî mezin a ji bo wan rakirina tecrîdê ye û gotin: "Zarokên me dimirin. Diyariya herî mezin ji bo me rakirina tecrîdê ye. Azadbûna Abdullah Ocalan e."
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, da destpêkirin, di roja 182’emîn de ye. Bi heman daxwazê di 1’ê Adarê de li hemû girtîgehan çalakî hat destpêkirin û 5 jê jin 15 girtî di 30’ê Nîsanê de dest bi rojiya mirinê kirin.
 
Berxwedana dayikên girtiyan jî ku dixwazin deng bidin dengê zarokên xwe, tevî şîdeta polîsan didome.
 
'Diyariya herî mezin ji bo dayikan rakirina tecrîdê ye'
 
Bi heman daxwazê li Wanê ji aliyê xizmên girtiyan ve çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger û bidem hatibû destpêkirin û dayikên Geverê çalakî dewir girtin. Jinan di roja duyem a Remezanê de wek koma 9’emîn dest bi grevê kirin û diyar kirin ku di Roja Dayikan de ku her sal hefteya duyem a Gulanê tê pîrozkirin de diyariya herî mezin ji bo wan rakirina tecrîdê ye.
 
Ji dayika Fazîle Polat daxuyakirin ku bi wesîleya Roja Dayikan ji bo wan diyariya herî mezin rakirina tecrîd û biencambûna berxwedana zarokên wan e û got: “Kezeba me dişewite. Em ji kesî tiştekî naxwazin. Mafên me bidin me. Em mafên xwe dixwazin. Canê me dişewite.”
 
‘Gelo dema hûn dojehê bi me didin jiyîn, hûn ê li kîja bihûştê bijîn?
 
Gulçîn Karaburk jî roja hemû dayikan pîroz kir û got: “Dayikên me ji aliyê polîsan ve tên derbkirin. Rastî heqeretan tên. Em dayik in. Ji me netirsin. Em ne şer, aştiyê dixwazin. Daxwazên zarokên me bînin cih. Dibêjin ‘bihuşt di bin lingê dayikan de ne’. Lê dojehê bi me didin jiyîn. Ji ber vê bila kes xeyala çûyîna bihuştê neke.”
 
‘Ji dayikan ditirsin’
 
Xeme Aydin jî bi lêv kir ku ew dayika hemû girtiyan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zarokên me di rojiya mirinê de ne. Hûn behsa roja çi dikin. Zarokên me dimirin. Diyariya herî mezin ji bo me rakirina tecrîdê ye. Divê tecrîd bi dawî bibe. Diyariya herî xweş ji bo me berdana Abdullah Ocalan e. Erdogan dibêje ‘ez li hember dayikan rêzdar im’. Gelo behsa kîjan rêzdariyê dike. Dayikan derb dike, bi erdê re kaş dike. Şîdetê li wan dike. Ji dayikan ditirsin. Dayik ji bilî aştiyê tu tiştî naxwazin. Ji aştiyê netirsin.”
 
‘Rêzdariya desthilatdariyê li hember dayikan nemaye’
 
Gulê Polat wiha got: “Berê dema eşîr bi hev diketin, mezinên eşîran 10 carî diketin navberê. Pere pêşniyar dikirin. Lê di astên dawî de ji malbata ku kes hatibû kuştin, wê carê ji malbata din dikuştin. Doza xwînê wisa bi dawî dibû. Jin diketin dewrê. Destmalên xwe yên sipî davêtin ber mezinên eşîran. Piştre aştî pêk dihat. Niha dayik tên derbkirin. Bi şîdetê rû bi rû dimînin. Rêzdariya desthilatdariyê ji dayikan re nemaye. Em ê destûrê nedin mirina zarokên xwe. Çi dibe bila bibe em ê berxwedana xwe bidominînin.”
 
Emîne Atak jî destnîşan kir ku musliman di meha pîroz a Remezanê de ne û wiha got: “Em rojiyê digirin. Lê em her êvar fitara xwe dikin. Jiyana me sekiniye. Em nikarin tiştekî bikin. Keça min bêyî sûc bi salane girtiye. Em di roja dayikan de dixwazin tecrîd rabe. Yekane daxwaza me ev e.”
 
‘Deng bidin dengê zarokên me’
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Hanîfe Koçak got ew li ber Girtîgeha Tîpa T ya Wanê ji aliyê polîsan ve hatine derbkirin û ev tişt anî ziman: “Kurê min Ayhan Koçak di grevê de ye. Gelek kîlo daye.Tu sûcê wî tune ye û bi salane girtiye. Ez bang li hemû dayikan dikim. Bêdeng nemînin. Deng bidin dengê zarokên me.”
 
Vasfiye Kiye jî daxuyakirin ku pêşengiya çalakiyên li derve dayik dikin û wiha pê de çû: “Em ê berdewam jî bikin. Bila her kes dest bide ser wijdanê xwe. Ji bo tecrîd rabe divê hemû dewlet bikevin tevgerê. Di vê meha Remezanê de dîsa berxwedan para me ket. Rakirina tecrîdê ne zirar e. Ez bang li Emîne Erdogan dikin. Bila wek dayikekê dest bide ser wijdanê xwe. Ew jî dayik e.”