'Pêşesaziya me berhemê çanda me ye'
- 09:07 8 Gulan 2019
- Rojane
HESEKÊ - Li bajerê Hesekê li pêşengeha pêşesaziyê ji 63 kargehên cuda berhem hatin pêşandan. Jinên berhemê destê xwe li pêşangehê danîne diyar kirin ku ew ê karê xwe hîn mezintir bikin.
Pêşengeha pîşesazi ya hunerê ya kardestiya jinan li Hesekê hat lidarxistin. Pêşangeh li Xwaringeha El Nexba ya Taxa Til Hecer hat lidarxistin. Berhemên destan ên ji 63 kargehên bajarên Hesekê, Amûdê û Qamişloyê hatin berhevkirin di pêşangehê de cîh girtin. Dirûnxaneya Lavîn jî cilên dirûtibûn li pêşangehê danîn, kargeha Nicûm a xwarina zarokan çêdike jî xwarinên zarokan ên amadekirî danîbûn, her wiha Kooperatîfa Demsala Mitbexa Lana jî berhemên dest ên weke rîçal, penîr û tirşî pêşkêş kirin.
Di pêşengehê de pankartên li ser gotinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên "Pîşesaziya ekolojîk rêgezeke bingehîn e, lewre pêwîst e hemû çalakiyên aborî pêk werin. Bi vî awayî kirina karê aborî wateya xwe ye rast bi dest dixin û meydan ji zemîna civakî ya bêkariyê rizgar dibe" hatin daliqandin.
Xilûd Şêx Hisên a ku di kargeha Nicûm de xwarinên zarokan amade dike diyar kir ku ji beriya 3 salan dest bi vî karî kiriye. Xilûd da zanîn ku bi taybet jin bi vî karî radibin û xwurekên weke biskewît û kartol ji bo zarokan çê dikin.
Ji Kooperatîfa Demsala Mitbaxa Lana, Selma Salih jî di derbarê karê xwe de diyar kir ku ew 16 jin bi giştî tevlî çêkirina karê penîr, rîçal bin û her carê dest bi çêkirina tişkî dikin, niha jî penêr çêdikin.