Parêzerên li Enqereyê hatin binçavkirin hatin berdan

  • 14:59 22 Nîsan 2019
  • Rojane
ENQERE - Parêzer û Hevberdevka HDP’ê ya Bajêr a Enqereyê ku xwestin ji bo greva birçîbûnê daxuyanî bidin hatin binçavkirin hatin berdan. 
 
Nûnerên sazî û rêxistinên mafên mirovan serê sibê xwestin li ber YKM’ê ya Kizilaya Enqereyê têkildarî grevên birçîbûnê daxuyaniya çapemeniyê bidin. Polîsan mudaxeleyî daxuyaniyê kiribû û Hevberdevka HDK’ê ya Bajêr a Enqereyê Fatma Kiliçarslan, parêzerê Kenan Maçoglu, Veysî Eksî, Ahmet Baran û Bulent Aşa hatibûn binçavkirin. Piştî muayeneya edlî binçavkirî hatin berdan.