Girtiyên di greva birçîbûnê de derbarê gardiyanan de serîlêdana sûc kirin

  • 14:58 22 Nîsan 2019
  • Rojane
ENQERE - Girtiyên di greva birçîbûnê de ne û li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Sîncanê ne, ji ber pêdiviyên wan nayên pêdekirin, derbarê gardiyanan de serîlêdana sûc kirin.
 
Ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 27 girtiyên di greva birçîbûnê de ne û li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Sîncanê ne, ji ber pêdiviyên wan nayên pêdekirin, derbarê gardiyanan de serîlêdana sûc kirin. Girtiyan diyar kirin ku lîmon, soda, xwê nadin wan. Malbatên ku vê hefteyê jî çûn hevdîtinê anîn ziman ku heman pirsgirêk didomin. 
 
Girtiyên di greva birçîbûnê de derbarê gardiyanan de serîlêdana sûc kirin
 
Girtiyan diya kirin ku helwesta gardiyan tund bûye û bi taybet li dijî çalakiyên grevên birçîbûnê provakasyonan dikin û anîn ziman ku wan derbarê mijarê de daxwazname dane û derbarê gardiyanên berpirsiyar de serîlêdana sûc kirine. 
 
Her wiha girtiyan anîn ziman ku mafên wan ên çalakiyê ji destên wan tên girtin û rojnameyan nadin wan.
 
Çalakiya 3 girtiyan di roja 118'emîn de ye
 
Suheyla Taş, Sariye Taşkesen, Zeliha Ustabaşi yên li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Sîncanê ne ev 118 roj in çalakiya wan a greva birçîbûnê didome.