Meclîsa Îştar ji bo girtiyên li Gebzeyê daxuyanî da

  • 13:29 22 Nîsan 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Meclisa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr)bi daxuyaniyêkê piştgiriya xwe ya ji bo  Malbatên girtiyan ên  ku li ber zindana Gebzeyê çalakiya nobetê pêk tînin û rastî êrîşa dewleta Tirk hatin, dan diyarkirin. 
 
Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di pêşengtiya hevseroka KCD û parlemetera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven grevên birçîbûnê belav dibin.  Girtiyên li zindanên Bakurê Kurdistanê ji 1’ê Adara 2019’an heta niha di çalakiya grevên birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger dene, malabatên girtiyan ku ji bo ev tacrîd rabe li ber derê zindana Gebze çalakî pêka anîn, rastî êrîşa dewleta Tirk hatin. Meclisa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî bi daxuyaniyêkê piştgirî dan Malbatên  girtiyên ku ber zindana Gebze çalakî kirin û rastî êrîşa dewleta Tirk hatin.
 
‘Tecrîd roj bi roj girantir bû’
 
Daxuyaniya Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan wiha ye: “Ji 2015’an ve tecrîdeke girankirî ser Rêberê me tê meşandin. Ji bo şikandina vê tecridê di 2016'an de girtiyen PAJK û PKK'ê çalakiyên girêva birçibunê dest pê kirin. Ev tecrîd roj bi roj  girantir bû, bi taybet pişti van çalakiyên ku li zindana hati destpêkirin. Di 7’ê Mijdara 2018’an  pêşenga vê çalakiyê Siyasetmera Kurd Leyla Guven e. Piştre li çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê belav bû. ”
 
‘Polîsên dewleta Tirk jibo encam nedana vê çalekiyê êrîşî dayik û malbatên me kirîbun’
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Dema ev çalakî di zindanan de belav bu, Malbatên van girtiyan jibo xwedî derketina zarokên xwe û bo armanca şikandina tecrida girankirî çalekiyên cur be cur li Kurdistan û Tirkiyê dest pê kirin. Yek ji van çalakiyan malbatên ku zarokên wan di zindana Gebzeyê de ne û di greva birçîbûnê de ne. Polîsên dewleta Tirk êrîşî dayik û malbatên me kirîbun. Em jî wek Meclisa Îştar ya Wargeha Ş.Rustem Cudî vê êrişa hovane ya dewleta Tirk ya ku liser dayikên û malbatên girtiyan, şermezar dikin û em daxwaziyê ji bo hemu gelê xwe dikin piştgiriya çalakiyên malbatên girtiyan bikin û dakevin qada û xwedî li Rêber Apo û girtiyan derkevin.”